Akademîsyenên Zaningeha Ege xwestin rojnamevanên girtî bên berdan
Akademîsyenên Fakulteya Ragihandinê ya Zaningeha Egeyê xwestin rojnamevanên girtî bên berdan.
Akademîsyenên Fakulteya Ragihandinê ya Zaningeha Egeyê xwestin rojnamevanên girtî bên berdan.
Akademîsyenên Fakulteya Ragihandinê ya Zaningeha Egeyê ji bo Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyet Can Dundar û Nûnerê Enqereyê Erdem Gul û tevahî rojnamevanên girtî bên berdan daxuyaniyek weşandin.
Di belgeya ku Seroka Beşa Rojnamegeriyê Prof. Dr. Gulgun Erdogan Tosûn û Seroka Beşa Sînema Prof. Dr. Hûriye Kûrûoglû jî tê de 20 akademîsyenan îmze kir, hate diyarkirin ku azadiya çapemiya li Tirkiyeyê “fikaran ava dike”.
‘FİKARÊN ME HENÊ!’
Di nivîsê de ev pênase cih girtin: “ Em wek xebatkarên Fakûlteya Zanîngeha Ege ji asta ewlehiye fikaran dikin. Ji ber ku di welate me de azadiya ragihandine tineye. Di destpeke de Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar, Nûnerê Enqereyê Erdem Gul û ên ku ji bo hizrên xwe yên azad hatine girtin divê werin berdan. Ji ber van sedeman jî em dibêjin em ê bi rojnamevanan û xebatkarên çapemeniya azad re di nav yekîtiyekê de bin”
Akademisyenan di daxuyaniya xwe de, ji bo Serokê Baroya Amedê yê ku hat qetilkirin re sersaxî xwestin.
Îmzevan
“Prof. Dr. Gûlgûn Erdogan Tosûn, Prof. Dr. Hûriye Kûrûoglû, Prof. Dr. Selda Akçali, Prof. Dr. Kamîle Oya Paker, Prof. Dr. Ferlal Ors, Doç. Dr. Ozgûr Koseoglû, Doç. Dr. Şadiye Denîz, Doç. Dr. Zûhal Ozel Saglamtîmûr, Yrd. Doç. Dr. Hanîfî Kûrt, Yrd. Doç. Dr. Tolga Çelîk, Yrd. Doç. Dr. Hîlmî Maktav, Yrd. Doç. Dr. Gokçen Başaran Înce, Yrd. Doç. Dr. Yûrdagûl Bezîrgan Arar, Yrd. Doç. Dr. Sidika Yilmaz, Yrd. Doç. Dr. Asli Elgûn, Yrd. Doç. Dr. Soner Yagli, Ayçîn Gelîr Atabey, Nevzat Înan, Mûstafa Aydin, Serhatcan Yûrdam."