Hevserokê Giştî yê KCD'ê û parlementerê Serbixwe yê mêrdînê Ahmet Turk, piştî çalakiya ku li Ggirtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê pêk hat, girtîgeh ziyaret kir û rewşa girtiyan pirsî. Turk, piştî ziyaretê diyar kir ku girtiyan ji bo protestokirina êrîşa polîsan a li dijî gelê Amedê û parlementerên BDP'ê şermezar bikin çalaki pêk anîne û niha çalakî bi dawî bûne û pirsgirêk tune. Turk, da zanîn ku Dozgerê Komarê der barê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Piştî ku şevê din li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên siyasî û edlî bi boneya êrîşa polisan a li dijî gelê Amedê û parlementerên BDP'ê şermezar bikin çalakî pêk anîn û şewat derxistin, heyeta BDP'ê ku ji Parlementerê Mêrdînê û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Erol Dora û Cigirê Serokê Koma BDP'ê Hasîp Kaplan pêk tê ji Amedê çûn Mêrdîn û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên siyasî ziyaret kirin. Heyeta BDP'ê piştî hevdîtinê li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da.
Turk, anî ziman ku çalakiya li girtîgehê bi dawî bûye û serê sibê hin hevalên wan ji bo êrîşên polîsan ên li dijî gelê Amedê şermezar bikin çalakî pêk anîne. Turk, da zanîn ku bi midûrên girtîgehê û dozgerê girtîgehê re jî hevdîtin pêk anîne û niha pirsgirêk tune. Turk, da zanîn ku girtiyan anîne ziman rewşa hemû girtiyan baş e û pirsgirêk tune.
DOZGER LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN
Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê Hakan Dundar jî bi daxuyaniyek divîskî diyar kir ku der barê bûyeran û geşedanan de lêpirsîna edlî û îdarî daye destpêkirin.