Ahmet Aktaşê leşkerê Kurd kuşt serbest hate berdan

Ahmet Aktaşê leşkerê Kurd kuşt serbest hate berdan

Di doza leşkerê Kurd Eren Ozel ku li Meletî-Mereşê di 1’mîn Tûbara Mekanîze ya 5’mîn Tûgaya Zirxî de leşkertî dikir û di 8’ê Îlona 2011’an hatibû kuştin, bersûcê qetil Ahmet Aktaş serbest hate berdan. Mam Mahmût Ozel got; “Biraziyê min raste rast hate qetilkirin û qatîl jî serbest hate berdan. Ne gengaze ku em vê bipejirînin.”

Di sêyemin rûniştina dozê ya di 7’ê tebaxê li Dadgeha Cezayê Giran ya Leşkerî ya Dîlokê hate dîtin, bersûc Ahmet Aktaş û parêzerên wî, xizmên Eren Ozel û parêzerê wan tevlî rûniştinê bûn.

Di rûniştinê de bersûc Ahmet Aktaş îdîakir ku, “Wî bi xeletî li Ozel daye, bizanabûne nekiriye” û tahliyeya xwe xwest. Parêzerê Ozel jî got, Aktaş bi zanabûn Ozel kuştiye û xwest girtî bête darezandin û her wiha daxwaza cezakirinê kir.

Şandeya dadgehê daxwaz nirxandin û îmze avêt binê skandalek din. Dadgehê biryar da ku, bersûc Ahmet Aktaş bi zanabûn Ozel nekuştiye û biryara tehliyeyê da. Rûniştina piştî vê taloqî 8’ê Îlonê hate kirin.

“DOZEKÎ TEJÎ DEREW”

Aktaş di rûniştina destpêkê de gotibû, çek xirabûyî bû, lê belê li gorî rapora krîmînalê çek paqij derketibû. Dîsan Aktaş îdîa kiribû ku, çek li erdê bû û Ozel di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê şahid Y.Ş. di îfadeyên xwe de aşkera kiribû ku, di dema bûyerê de çek ne li erdê li ser bedena Aktaş bû. Beriya vê Çawişê Pispor Eyûp Işik weke şahid di rûniştina beriya vê de îfade dabûn û îfadeyên wî derew derketibûn. Işik di îfadeyên xwe de gotibû, roja kuştinê çûye leşker kontrol kirine û Ahmet Aktaş jî dîtiye. Lê belê Aktaş îfadeyên Işik derewandin û gotibû, “çawişê pispor Eyûp Işik bêy ku me kontrol bike çû bû, ew derewan dike.”

TANIK: AHMET DEREWAN DIKE

Leşker Y.Ş. ku weke şahid îfade dayîn ev tişt gotibûn: “Ez diçûm min dê avdana çîmen kiriba, Ahmet Aktaş ji min cigare xwest, min jî nedayê. Ji bo avdana çîm ez 10 metreyan hatim dengê çekê hat, ez bezim çûm min temaşkir Ahmet digirî, got; ‘Eren întîhar kir’. Di dema bûyerê de çek li erdê nebû, li ser bedena Ahmet bû. Ahmet di îfadeya xwe de dibêje cigare ji min girtiye, derewan dike, min cigare neda wî.”

“JI BER KU KURT Û ELEWÎ BÛ HATE QETIL KIRIN”

Mamê Eren Ozel, Mahmût Ozel got; “Biraziyê min ji ber ku Kurt û Elewî bû hate qetilkirin. Di vê qetlê de gelek tişt dizivirin. Serbest berdana qatîl birîna me mezintir kir. Bi serbest berdana qatîl êdî dad cihê xwe nabîne. Biraziyê min raste rast hate kuştin, lê belê qatîl serbest hate berdan. Ne gengaze ku em vê bipejirînin. Di rûniştina meha Îlonê de emê daxwaza girtî darezandinê bikin. Em dê pişt vî karî neberdin.”

ALA TIRKAN ÎADE KIRIBÛ

Dema ku cenazeyê Eren Ozel li gundê Pîrpîrîm hate veşartin, çelenga ku ji aliyê yekîneya leşkeran ve hatibû şandin ji aliyê xelkê gund ve hatibû şewitandin.

Dayîka Ozel, Zeynep Ozel û mamê wî Mahmût Ozel çû bûn 2’mîn Fermandariya Artêşê ya Meletiyê û ala Tirkan radestî leşkeran kiribûn.

Dayîka Eren Ozel Zeynep Ozel nameya ku derbarê qetilkirina kurê xwe de nivîsî gotibû, “Min ji kurê xwe re got, kurê min neçe leşkeriyê tu Kurdî, Elewiyî, Çepgirî dê te bikujin. Ev dewletê dê bavê te li zindana û tejî li goristana birizîne.”