Hat ragihandin ku 20’ê gulanê daristanên deverên çiyayî yên bajarê Newsûda Rojhilatê Kurdistanê hatin şewitandin. Gelê herêmê da diyarkirin ku daristan ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ve hatine şewitandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, di 20’ê gulanê de deverên daristanî yên Dereftê, Perwînê û Qelegayê yên bajarê Newsûda ser bi Paweya ya ser bi Kirmanşanê hatin şewitandin. Xelkê herêmê ragihand ku hêzên rejîmê agir berdane daristanan.
Hat diyarkirin ku piştî agir bi daristanan hat xistin, gelê herêmê xwest bi hêza xwe agir vemirîne, lê hêzên rejîmê li şûna ji bo vemirandina agir alîkarî bide, rê li gel girtiye.
Gelê herêmê da diyarkirin ku rejîma Îranê bi hinceta ku hêzên gerîlayên PJAK û “hêzên dijberê” rejîmê li vê herêmê ne, agir berdide daristanan û piştre jî rê nadin ku gel vî agirî bivemirîne.