Abit Îke: Me nûçeya kuştina Kilinç ji çapemeniyê bihîst

Abit Îke: Me nûçeya kuştina Kilinç ji çapemeniyê bihîst

Rojnameya Tirk Sabahê di 28’ê gulanê de bi nûçeyekê îdîa kir ku fermana kuştina Alîkarê Serokê AKP’ê yê Şirnexê ji Qendîlê hatiye û BDP’yiyan pêk aniye. Rojnameyê bi taybet Serokê berê yê BDP’ya Şirnexê ku niha BDP’ê wî weke yek ji nunerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê nîşan daye û hin rêveberên din ên BDP’ê kir hedef.

Rejîma AKP’ê bi taybet herêma Botanê kiriye hedef. Hema bêje li Şirnex û navçeyên tenê hilbijartiyek ê BDP’yî li derve maye, ew jî Parlementerê Şirnexê Hasîp Kalplan e. Ew jî ji ber ku parlementer e û mafê wî yê destnedanê heye, li derve maye. An ne bi dehan doz der barê wî de jî hene. Çapemeniya Tirk a ku li hemberî komkujiyek mîna Roboskê de bê deng ma, di her demekê de BDP’ê û hemû siyaseta Kurdan dike hedef.

Di nuçeya di 28’ê gulanê de di rojnameya Sabahê de hatiye weşandin de tê îdîakirin ku Alîkar Serokê AKP’ê yê Şirnexê Ali Kilinç bi fermana Serokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Murat Karayilan û bi destê 3’ê rêveberên BDP hatiye kirin. Bi vî awayî Serokê berê yê BDP’ya Şirnexê Abit Îke, endamê Meclîsa Şaredariya Şirnexê Mehmet Selîm û birayê Serokê BDP’ya Şirnexê Abdulbakî Katar, Resûl Katar dike hedef.

Îke der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tu têkiliya wan bi vê bûyerê re tune ye. Îke ragihand ku ew niha li bajarê Başûrê Kurdistanê ye û di wê dema bûyer qewimî de jî ew jî li Silêmaniyê bû û vê nûçeyê jî ji çapemeniyê hîn bûye.

Îke got; “Bi tu awayî têkiliya me me bi bûyera kuştina Ali Kilinç ve tine ye. Nûçeyên wiha tenê bi armanca çavtirsandin, belavkirina rêxistina partiya me tên belavkirin.” Îke diyar kir ku ew ji 2011 ve li Başûrê Kurdistanê dimîne û got; “Di van mehê dawî de AKP dixwaze BDP’ê reş bike û êrişî li ser me dike.”

Îke da zanîn ku ew ji bo xebatên karên derve yên BDP’ê li Başûrê Kurdistanê ye û ev demeke dixwazin nunertiyeke BDP’ê li Hewlêrê vebikin. Îke ragihand ku bi van nûçeyan dixwazin dubendiyê bixin nava gelê Kurd û bi taybet bang li gelê Botanê kir ku bi tu awayî ji nûçeyên wiha bawer nekin. Îke diyar kir ku ew niha jî li vir xebatên xwe yên siyasî bi rê ve dibin.

Hêjayê gotinê ye ku BDP'ê di encamnameya civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya BDP'ê ya di 21-22’ê gulanê de biryarek wiha dabû; “Partiya me ji nûnerên DYA'yê ê Washîngtonê re Sînan Onal tayînkiriye. Cemal Coşkun, Abît Îke û Mehmet Alî Aydinê ku berê hatibû tayînkirin jî, ji bo velyetên nû wekî nûnerên Hewlêrê hatine tayînkirin.”

KATAR: NEÇAR MAM BIREVIM BAŞÛR

Di 16’ê gulanê de Alîkarê Serokê AKP’ê yê Şirnexê Alî Kilinç ji aliyê hin kes an jî kesek nenas ve hat kuştin. Herî dawî rojnameya Sabahê nûçeya bi sernûçeya “Fermana kuştina Kilinç ji Qendîlê, tetîkkêş jî ji BDP’ê” û rêveberên BDP’ê kir hedef. Çapemeniya Tirk Resûl Katar ê ji ber doza siyasî reviya Başûrê Kurdistanê tawanbar dike.

Katar 24’ê gulanê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tu têkiliya wî bi kuştina Kiliç re tune ye. Katar diyar kir ku ew ji ber zextên dadgehê reviyaye Başûrê Kurdistanê û got; “Dixwazin bi vê bûyerê zextê li malbat û derdora min bikin û nakokiyê têxin nava gelê me. Ez bi xwe neçar mam birevim Başûr. Mirovek qaçax çawa dikare tiştek wiha bike. Ev yek jî hesabeke navxweyî yê AKP’ê ye.