Şandeya Rojava bi Mesûd Barzanî re civiya

Şandeya Rojava ya ku li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne, bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiyan. 

Civîn li ofîsa Barzanî ya li bajaroka Pîrmam a ser bi Hewlêrê pêk hat.

Têkildarî naveroka civînê Ofîsa Barzanî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê, bicihanîna peymana navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Şamê û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hat kirin.