Îranê cezayê darvekirinê li girtiyekî Kurd birî

Rejîma Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê li welatiyekî din ê Kurd cezayê darvekirinê birî. Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Ûrmiyeyê li welatiyekî Kurd ê hewceyî pêdiwîstiyên taybet bi egerên siyasî cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku li bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ve cezayê darvekirinê li girtiyê Kurd yê bi navê Yaqub Kerîmpur ku hewceyî pêwistiyên taybet e, hatiye birîn.

Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku  Yaqub Kerîmpur ji ber sedemên siyasî  hatiye cezakirin, ev du meh in dibin êşkenceyê de tê ragirtin û bi darê zorê ifadeyên wê tên girtin. Hate ragihandin ku hevjîna wî jî hê di bin çavan de ye.

Hate destnîşankirin ku Yaqub Kerîmpur piştî şerê12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve bêyî nîşandana biryareke dadgehê hatiye binçavkirin û piştre ew şandine Girtîgeha Ûrmiyeyê.

Rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî jî balê dikşînin ser zêdebûna cezayên darvekirinê yên bi hincetên siyasî li welatiyên Kurd tên birîn û dan zanîn ku biryara têkildarî Kerîmpur hatiye dayîn, binpêkirineke eşkere ya li dijî mafê jiyanê ye.