Îranê 3 ciwanên Kurd binçav kirin

Hêzên Îranê 3 ciwanên Kurd ên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê binçav kirin. Aqûbeta ciwanan nayê zanîn.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, ciwanên Kurd ên bi navê Xalid Muhammediyan, Emîn Bazyan (22) û Weysî Xafûrî (25) ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û ew birine cihekî nediyar. 

Aqûbeta ciwanên ku hatine binçavkirin nayê zanîn.

Herweha di dava çend rojên dawîn de li Pîranşarê 6 kes hatine binçavkirin û di meha Mijdarê de jî 45 welatiyên Kurd li bajarên cuda ji aliyê hêzên Îranê hatin binçavkirin.