9 şervanên HSD’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
9 şervanên HSD’ê yên ku di berxwedana Bendava Tîşrîn û Eyn Îsa de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê bi merasîmekê hatin definkirin.
9 şervanên HSD’ê yên ku di berxwedana Bendava Tîşrîn û Eyn Îsa de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê bi merasîmekê hatin definkirin.
9 şervanên HSD’ê yên ku di berxwedana Bendava Tîşrîn û Eyn Îsa de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê bi merasîmekê hatin definkirin.
Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ji bo oxirkirina şervanên YPG/YPJ’ê Hogir Bager Botan (Remezan Mokçî), Dilgeş Kobanê (Fadil Ehmed), Rûken Helin (Dîlan Coban), şervanên tabûrên Şems El-Şemal Îbrahîm Tacir, Hêvîn Amed, Dilbirîn Kobanê, Zelal Xemgîn, Diyar Serhed, Rojhilat Qendîl ku di berxwedaniya Bendava Tişrîn û bajarokê Eyn Îsayê de, di demên cuda cuda de jiyana ji dest dane, kom bûn.
Girseyên gelê, saziyên sivîl, TEV-DEM, şervanên YPG, YPJ ji li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ket rê û ber bi Goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termik ve çûn.
Di rê de alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), YPG, YPJ, sembolên şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatin bilindkirin, her wiha duirşmeyên silavkirina berxwedaniyê hatin qîr kirin.
Li goristanê piştî merasîmekî leşkerî li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk berdevkê HSD’ê yê Kobanê Şervan Derwîş, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji rêveberên partiyê Dîlber Yûsif axivîn.
Şervan Derwîş di axaftina xwe de got ku ji destpêka avakirina hêzên HSD’ê ku ji hemû pêkhateyan pêk tên, heta niha her tim perensîbên van hêzan ên parastina hemû pêkhateyan hatine parastin û têkoşîna ji bo welat hatiye kirin û di vê rêyê de bedêlên mezin hatine dayîn.
Dîlber Yûsif silav da berxwdaniya cangoriyên ku ji bo şerê li dijî terorê tên dayîn û bang kir ku her kes li ser şopa van şehîdan tev bigerin, jiyana azad û bi rûmet ava bikin û dawiyê li çeteyan bînin.
Piştre cenazeyên şehîdan hatin rakirin û li gel tilîliyên dayîkan û durişmeyên ‘Şehîd namrin’ spartin axê.