BDP û KCD’ê ku xwestin li Amedê li Qada Îstayonê mîtîngeke hevpar pêk bînin, ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibû qedexekirin û di encama şîdete polîtan de 87 kes hatibûn binçavkirin. Hate hînbû ku 87 kesên hatine binçavkirin sewqî dozgeriyê hatine kirin.
Di nava kesên hatine binaçvkirin de zarok jî hene. Di encam şîdeta polîsa de 3 parlamenterên jin, yek jÎ şaredar , bi sedan kes birîndar bûn. Polîs li kolanê, ne got zarok ne jî got kal û pîr, bi jop, gaz û ava tazyîkê şîdet pêk anî.