80 polîsan bi hev re giliyê Leylayê kirin

80 polîsan bi hev re giliyê Leylayê kirin

Leyla Yalçinkaya 18 salî, bûye sembola têkoşîna li dijî santralên hîdro elektirîk (HES). Ji ber vê têkoşîna wê 8 dozên cûda li Leyla yê hatin vekirin. Di dozek a li hemberî Leylayê de 80 polîsan giliyê wê û gelê bajaroka ku ew lê dijî kir.

Di 26’ê îlona 2011 de di navbera polîs û welatiyên li hemberî HES’ê têdikoşin de rageşiyek rû dabû. Doza li hemberî bûyerê hatibû vekirin, li 4’emîn Dadgeha Esliye ya Erziromê pêk hat.

80 polîsan bi fermanê di bin navê “mexduriyetê” de îfade dan û giliyê Leyla û gelê herêmê kirin. polîsan îdîa kir ku gel kevir û axê avêtine û li hemberî polîsan derdketine û got; “Em kengî mudaxele bikin gundî bi kevir û daran êrîşê me dikin. Em giliyê wan dikin.”