Hate hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê ji bo 8 girtiyên siyasî yên jin, biryara sirgûnê hate derxistin. Hate zanîn ku, 4 ji wan sirgûnî Girtîgeha Trabzonê û 4’ê din jî sirgûnî Girtîgeha Bayburtê dê bên kirin.
Pêkanînên li girtîgehan her ku diçin zêde dibin. Bi taybetî her dema ku diçe sirgûnkirina girtiyên siyasî ji rojeva Tirkiyê dernakeve. Herî dawî li girtîgeha Tîpa E ya Mûşê ji bo 8 girtiyan biryara sirgûnê hate dayîn. Hate hînbûn ku ji bo 8 girtiyên siyasî yên jin ku li Girtigeha Tîpa E’yê ya Mûşê tên girtin, dê sirgûnê Trabzon û Bayburtê ben kirin.
Girtiyan, bi riya têlefonan ji malbatê xwe re vegotin û diyar kirin ku, 4 ji wan sirgûnî Girtîgeha Tîpa E’yê ya Tarbzonê û 4’ê din ji wan sirgûnî Girtîgeha Tîpa M ya Bayburte tên kirin. Girtiyan, diyar kir ku ew nizanin ji ber çi hincetê biryara sirgûniya wan hatiye derxistin. Girtiyan, anî ziman ku pêşî gotinê dê wan bişînin girtîgeha Îzmîrê û paşê biryar guheriyê biryara sirgûnê ji bo girtîgeha Trabzon û Bayburte ji wan re hatiye derxistin.
Malbatên girtiyan jî diyar kirin ku, ew ji jiyana zarokên xwe bi gumanin û ew nizanin ka wan sirgûn kirine yan hêj nekirine. Malbatan, diyar kir ku girtiyan ji wan re beriya hefteyekê gotiye û ew ji hîn bibin dê sibê biçin girtîgeha Mûşê.