70 wesayîtên zirxî şandin Colemêrgê

70 wesayîtên zirxî şandin Colemêrgê

Piştî pevçûnên dijwar ên li navçeya Şemizînana Colemêrgê, ji Wanê 70 wesayîtên zirxî yên bi navê “Kîrpî” ji Tûgaya Çiyayî û Komando ya Colemêrgê re hat şandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî pevçûnên dijwar ên li navçeya Şemizînana Colemêrgê, ji Wanê 70 wesayîtên zirxî yên bi navê “Kîrpî” ji Tûgaya Çiyayî û Komando ya Colemêrgê re hat şandin.

Hat diyarkirin ku dê van wesayîtan bişînin navçeya Şemizînanê û herêma Robarok a Şemizînanê tê bombebarankirin.

Gundiyên herêmê agahî dan ANF’ê û diyar kirin ku herêm bi awayeke dijwar ji hewayî û bejahî ve tên bombebarankirin. Hat diyarkirin ku ew nikarin xwe bigihînin bi dehan gundiyan.