Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê gêrîlayên HPG’ê ku beriya 7 rojan rê kontrol kirin û piştre operasyon hate destpêkirin. Operasyon û pevçûn hêjan didomin. Her wiha 7 roje rêya Bajarokê Rûbarok, 10 gund û 42 gundikan girtiye.
Ji ber ku gêrîla li Şemzînanê her car rê kontrol dikin, pevçûn û operasyonên li hewa û bejahiyê didomin. Rayedar di derbarê pevçûn û windahiyên can de agahiyek zelal nadin, ji 23’ê Tîrmehê û vir ve rêya Bajarojê Rûbarok, 10 gund û 42 gundikan girtiye.
Duh jî şandeya BDP’ê ya di nav de Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan, Şaredarê Colemêrgê Fadil Berdîrhanoglû, Şaredarê Geverê Ercan Bora û Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore jî heyî xwestin bi gundyên ku li herêm operasyonê mayîn re hevdîtin bikin, lê belê bihinceta ‘ewlekariyê’ leşkeran destûr neda.
Hate ragihandin ku, li bejahiya Şemzînanê nikarin ji erdê ve operasyonê bikin, hate hînbûn ku helîkopterên Kobra li qada bejahiyê difirin.