6 gund hatin rizgarkirin, 26 çete hatin kuştin
Di çarçoveya Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla de 6 gundên din hatin rizgarkirin û 26 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di çarçoveya Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla de 6 gundên din hatin rizgarkirin û 26 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di roja 7. a Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla de li baskê Bendava Tişrînê gundê Feres El-Kerbîr û gundê El-Muhdîsê yê bi 7 kîlometreyan li rojava bajarê Minbicê ye, hatin rizgarkirin.
Li eniya Pira Qereqozaxê jî gundên El-Biwêr, Bor Kîc û gundikek bi 9 kîlometreyan dûrî bajarê Minbicê ne, he wiha gundê Cib El-Kelb ku 2 km li bakurê rêya Reqqa-Qereqozaxê ye, hatin rizgarkirin.
Di şerê li van gundan de, 26 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî ketin destê şervanan.