6 Girtiyên siyasî yên li girtîgeha tîpa M'ya Êlihê sirgûnî girtîgehên cuda kirin. Hat zanîn ku 30 girtiyên din jî dê bên sirgûnkirin.
Girtiyên li girtîgeha Tîpa M'ya Êlihê sirgûnî girtîgehên din dikin. Malbatên ku ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re çûn girtîgehê diyar kirin ku hefteya borî 6 girtî sirgûnî girtîgehên din kirine. Ji girtiyan Şeyhmus Canpolat sirgûnî girtîgeha Kirikkaleyê, Suat Aker Abdullah Kerçîn, Metîn Baznabaz, Mehmet Gîdîcî û Îsmet Arslan jî sirgûnî girtîgeha Çankiriyê kirin. Hat ragihandin ku di rojên pêşiya me de ew ê 30 girtiyên din jî bên sirgûnkirin.