53’emîn rûniştina doza sereke ya KCK’ê dest pê kir

53’emîn rûniştina doza sereke ya KCK’ê dest pê kir

53'emin rûniştina doza 95 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku tevî parlementerê DEP'ê Hatîp Dicle û parlementerên BDP'ê Selma Irmak û Kemal Aktaş, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

53'emin rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya 95 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku tevî parlementerên kurd, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Dema siyasetmedaren kurd anîn edliyeya Amedê polîsan li derdorê edliyê tedbîrên gelek mezin girtin.

Siyasetmedar û kesên xwestin beşdarî rûniştinê bibin di 3 nokteyên kontrolê re derbas bûn. Di rûniştinê de Parlenmenterê DEP'ê Hatîp Dicle û Parlementerê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş jî dinavde 29 siyasetmedar ji ber ku bi rapor bûn nehatin rûniştinê. Li aliyê din xizmên girtiyan xwestin ava şişên petan têxin hundir, lê ava şûşeyên petan ji aliyê polîsan ve hatin komkirin.