Îkameya delîl ya 50'emîn rûniştina doza 'KCK'ê ya siyasetmedarên Kurd û parêzerên mafên mirovan dom dike. Girtiyan xwestin bi kurdî parastina xwe bikin lê dîsa mîkrofon hatin girtin. Parêzer Ferîde Laçîn li hemberî vê astengiyê nerazîbûn nîşan da û girtina mîkrofonan wekî bê cidiyetî û bêhiqûqî nirxand.
50'emîn rûniştina doza parlementer, parêzerên mafên mirovan û rêvebirên sendîkayan jî di nav de 99'ê wan girtî 152 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn dadgeha cezaya giran ya Amedê hat dîtin. Di dema rûniştinê de edliya Amedê di bin navê ewlehiyê de hat dorpêçkirin. Ji parlementerên girtî Kemal Aktaş û Selma Irmak, her wiha parlementerê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle jî di nav de 63 siyasetmedarên Kurd ji ber bi rapor bûn tevlî rûniştinê nebûn. 36 girtî, mûdafiyên wan û xizmên girtiyan tevlî rûniştinê bûn. Îro jî îkameya delîlan ya Tuncay Kokrmaz û Peru Dundar dewam kir. Îfadeyên Dundar yên li dadgeh û dozgeriyê dane hatin xwendin. Piştî beyanên hatin xwendin. Dundar derheqê nivîsa ku tê gotin; "Ez bi sûcdariya endamtiya rêxistinê di girtîgehê de mam. Lê tu têkiliya min bi rêxistina terorê re tune ye" de diyar kir ku wê peyva terorê bikar neaniye.
TEXMÎNA ŞAHIDÊ NEPENÎ JÎ WEKÎ DELÎL HAT DÎTIN
Di rûniştina ku ji îfadeyên şahidê nepenî re cih hatiye veqetandin ên wekî; "Ez vî kesî wekî Peru nas dikim. Bi hatina buraya rêveberiyên herêmî re min nas kir. Qasî ku dizanim li ser navê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk dixebite" de Parêzer Meral Daniş Beştaş mafê axaftinê girt û got; "Em rûhevî îdîayên bê bingehin" û parastina mûwekkîlên xwe kir.
ORGANÎZASYONÊN AŞKERA WEKÎ DER-ZAGONÎ TÊN DÎTIN
Di rûniştinê de wêneyên Dundar ên di çalakiyên jinan de hatine kişandin jî wekî delîl hatin nîşandan. Daniş li ser wêneyan mafê axaftinê girt û got; "Ev 15 deqîqe ye hûn dixwînin. mitîngek heye. Banga ji bo mitîngê berfirehî hat xwendin.Organîzasyonên aşkera wekî der-zagonî tên dîtin. Dixwazin girêdana van avasaziyan bi rêxistinê re çêbikin."
DAXWAZNAMEYA KURDÎ DÎSA DAN DUNDAR
Di rûniştina ku raporên DTP'a hatin girtin hatî xwendin de hevdîtinên telefonan wekî beşeke mezin a rûniştinê girt. Dundar xwest li hemberî van îdîayan bi kurdî parastina xwe bike lê dîsa mîkrofona wê hat girtin. Parêzer Ferîde Laçîn jî li ser vê yekê nerazîbûn nîşan da û girtina mîkrofonê wekî, bê cidiyetî û bêhiqûqî nirxand.
Piştî ku qeydên telefonan û delîl hatin xwensin piştî rûniştinê daxwaznameya 3 rûpelan ya bi kurdî dîsa dan Dundar. Navber dan rûniştinê.