5 roje li Cûdî şewat didome

5 roje li Cûdî şewat didome

Şewata çiyayê Cûdî yê sînorê bajarê Şirnexê de ji ber sedema bombebarana helîkopter û tankên artêşa Tirk 5 roje didome.

Li gorî agahiyên hatine girtin, yekîneyên leşkerî yên topvan yên li herêmên Şax, Heblêr yên quntara çiyayê Cûdî û yên geliyê Tûşimya hatine bicih kirin, çiyayê Cûdî bi tank û helîkopteran bombebaran dikin ji ber wê 5 roje şewata çiyayê Cûdî didome.

Hewildanên gundiyên li quntara çiya ku xwestin agir vemirînin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin, her wiha agir bi çav ji Silopî û Cizîrê tê dîtin.