5 roj in Şemizînan di bin kontrola gerîlayan de ye

5 roj in Şemizînan di bin kontrola gerîlayan de ye

Kontrola gerîlayên HPG’ê ya li ser derdora navçeya Şemizînana Colemêrgê di roja 5’emîn de ye. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku gerîlayan li ser rêya Şemizînan û Gerdiyayê kontrola rê danîne.

Kontrola gerîlayên HPG’ê ya li ser derdora navçeya Şemizînana Colemêrgê di roja 5’emîn de ye. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan a îro li Licê pêk hat de ne 2 leşker, 4 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 25'ê Tîrmehê de di navbera 16.00-16.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî Qereqola Giranayê li dijî leşkerên di avakirina qereqolê de dixebitîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

LI SER RÊYA ŞEMIZÎNAN-GERDIYAYÊ KONTROLA RÊ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Gerîlayên me yê li Colemergê kontrola xwe ya li herêma di navbera navçeya Şemzînanê û Gerdiyayê berdewam dikin” û wiha domand; “Di 26'ê Tîrmehê de di navbera saet 07.00-19.30'an de li ser riya Şemzînan û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve kontol hatiye lidarxistin. 50 wesayit hatiye rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin, di derbarê pêvajoyê de ji bo gel agahî hatiye dayîn. Artêşa dagirker a tirk heman rojê di saet 19.30'an xwestiye bi helîkopterên kobrayan mudaxeleyî cihê çalakiyê bike lê ji ber rastî berxwedana gerîlayên me hatiye neçar maye ji herêmê dûr bikeve.”

WESAYÎTA KIRPÎ HAT RÛXANDIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di heman rojê de di saet 20.40'an de li ser riya Şemzînan û Geverê li dijî karwaneke leşkerî li nêzî gundê Diyahorê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û wiha hat gotiN, “Di encama vê çalakiyê de wesayiteke kîrpî hatiye rûxandin. Gerîlayên me di heman demê de di danê êvarî de li dijî Fermandariya Tûgaya Şemzînanê û Alaya Garê bombebaran kiriye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ên di van çalakiyan de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Dijmin ji bejahiyê nekarî mudaxeleyî gerîlayên me bike her weha li dijî herêmên sîvîlan jî bi hewan û obusan bombebaran dike. Di vê çarçovê de li dijî Gumokê, Sênala, Gostê Genîş Tepe û Ava Hecî Bega bi ser Şemzînanê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan, obus û katûşayan hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de li herêmên Sênala û Gumokê şewat dest pê kiriye.

LI AMEDÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayan a îro li navçeya Licê ya Amedê pêk hat de jî ev agahî da; “Di 27'ê Tîrmehê de di saet 06.20'an de li navçeya Lîceya Amedê di navbera Fermandariya Tûgay û Tabûrê li dijî kerwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me YJA Star ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin, 4 leşker hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan û embûlansan ji herêmê dûr xistiye.”