5 kes li Dêrikê hatin binçavkirin

Li Dêrikê, di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.

Li taxên Kale, Cevîzpinar û Dag ên navçeya Mêrdîn Dêrikê, tîmên tevgerat taybet danê sibehê avêtin ser malan.

Di serdegirtinan de endama Meclîsa Şaredariya Dêrikê Mulkiye Ezmez, personelê şaredariyê Abdullah Ecer, Îsmaîl Çelîk, Mahsûm Temel û Şakîr Ecer hatin binçavkirin.

Welatiyê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.