5 gundên din ên Reqayê hatin rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê 5 gundên din ên Reqayê rizgarkirin. Di vî şerî de 27 çete hatin kuştin. Şervanan dor li 54 gundên ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, girtine.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê 5 gundên din ên Reqayê rizgarkirin. Di vî şerî de 27 çete hatin kuştin. Şervanan dor li 54 gundên ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, girtine.
Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê bi rizgarkirina gundên nû dewam dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, duh êvarê berê xwe dan gundên Haniyê, Bîr Zahîr, Kerwan, Bîr Zayît û Tuvehîna.
Şerê li van 5 gundan heta danê sibehê dewam kir. Di encamê de her pênc gund hatin rizgarkirin û 27 çete hatin kuştin. 12 ji cenazeyên van çeteyên hatin kuştin, di destê şervanan de ne.
DOR LI 54 GUNDAN HATE GIRTIN
Şervanan ji aliyê rojhilat ve xwe gihandin Çemê Firatê û dor li qadeke ji 578 km2'yî girtin. Tevî gundên mezin Cirniyê û Qalip Hesen bi giştî 54 gund û bi dehan gundik ji aliyê şervanan ve hatine dorpêçkirin.
Şervanên Xezeba Firatê di deh rojên operasyonê de 45 gund û qadeke 440 km2 ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Tê payîn der barê şerê deh rojan de wê Navenda Odeya Çalakiyê ya Pênvava Xezeba Firatê di saetên pêş de daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bike.