5’emîn Kongreya Awerte PYD’ê dest pê kir

5’emîn Kongreya Awerte PYD’ê dest pê kir

Li aliyekê aloziya li Sûriyeyê berdewam dike, li aliyeke din jî Kurd lez didin rêxistinbûna xwe. Bi amedebûna 2 hezar kesî Kongireya 5’emîn a awerete ya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ku mezintirîn partiya Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Kongireyê bi dirûşma " Ji bo Seriyê Demokrasî û Azadî, ji Rojavayê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk" li Qamişloyê dest pê kir.

Li bajarê Qamişlo bi amedebûna 2000 kesî Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) kongreya xwe ya 5. Ya Awerete li dar dixe. Kongre bi deqeyekê rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Piştî xwendina sirûda Ey Reqîb axaftina vekirina Kongreyê ji aliyê endama Komîteya Amedekar a Kongreyê Emîne Osê ve hate kirin. Osê xêrhatina mêvanan kir û got; “Em hêvîdarin ku ev Kongreya me bibe destpêke ji bo azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê".

Piştî axaftina vekirinê bi dawî bû, hi bobi rêvebirina kongreyê dîwanek ji 5 kesan hate hilbijartin û û bernameya Kongereyê li gorî amadekariyên wê bi awayekî asayî bi rê ve çû.

Di kongreyê gelek gotar û peyam hatin xwendin. Ji wan gotara Serokatiya Konseya KCK'ê, gotara TEVDEM'ê, ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Meclîsa Gel a Qamişlo yê. Her wiha gelek rêxistin û partiyên Rojavayê Sûriyê û Sûriyê beşdarî kongreyê bûn û peyamên xwe xwendin.

Ji wan gotar Meclîsa Netewî ya Kurd, Partiya Çep a Demokrat, Partiya Şûhî ya Hevgirtî, Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyê, Tevgara Îslah û Tegyîr, Komîteya peywendiyên a Encûmîna Niştimanî Kurd,Partiya Pêşverû û Demokrat a Kurd û gotara Heyêt El Tensîq ya Veguhertina Demkratîk li Sûriyê jî hatin xwendin.

Salona kongireyê bi alên PYD'ê û bi rengên kesk, sor û zer û bi wêneyên kesên di têkoşîna azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dane hat xemlandin.

Kongre bi awayeke asayî didome.