5 cenazeyên li Meletiyê hatin wergirtin

5 cenazeyên li Meletiyê hatin wergirtin

Malbatên 5 gerîlayên HGP'ê yên di operasyona 10'ê Tîrmehê de li Çewlîkê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, piştî cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin, cenaze wergirtin û ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin.

Malbatên 5 gerîlayên HPG'ê yên di 10'ê Tîrmehê de li Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan û ji bo cenazeyên zarokên xwe ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirin çûn Meletiyê. Malbata Murat Demîr (Serhat Firat) ji Hîlwana Rihayê, Sitti Kizan (Rojan Murat) ji Gevera Colemêrgê serê sibê gihiştin Meletiyê. Malbatên Resûl Şen (Harun Gabbar), ji Basayê Leyla Karsu (Sorxwin) ji Farqînê, Lelîhan Koyun (Pelin Koçer) ji Tetwanê duh hatin Amedê û pişt re hatin Meletiyê. Heyeta ku di navde xizm û malbatên gerîlayên HGP'ê, rêveberên BDP'ê parlementera BDP'e ya Amedê Nursel Aydogan û Reveberên MEYA-DER'ê hebûn hatin Meletiyê û serî li dozgeriya komarê ya Meletiyê dan.

Malbatên ku ji Gever, Farqîn, Misirc, Bassa û Hîlwana Rihayê hatin piştî cenazeyên zarokên xwe teşhis kirin û wergirtin ber bi navçeyên xwe ve bi rê ketin. Malbatan bi dirûşmeyên "Şehît Namirin" cenaze wergirtin û ketin rê. Piştî malbatan cenaze wergirtin Parlementera BDP'e ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku di navbera wêneyan û cenazeyan de gelek cudahî çêbûbû û cenaze rastî îşkenceyê hatibûn û wiha got: "Malbatên ku çûn morgê û cenaze teşhîs kirin rastî şokê hatin. Ev hovîtî li tu derê cîhanê pêk nehatiye. Bi taybetî îşkence li rûyê cenazeayn kirine. Çavê wan derxistine. Hemû cermê wan reş û şîn bûye. Em dê der barê van geşedanan de serî li rêya hiqûqî bidin."

Malbat dê cenazeyê Murat Demîr (Serhat Firat) li Hîlwana Rihayê, cenazeya Sitti Kizan (Rojan Murat) li Gevera Colemêrgê, cenazeyê Resûl Şen (Harun Gabbar) li Basaya Şirnexê, cenazeyê Leyla Karsu (Sorxwin) li Farqînê, cenazeyê Lelîhan Koyun (Pelin Koçer) jî li navçeya Tetwana Bedlisê bi girseyî bê definkirin.