45 girtiyên siyasî yên edlî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê dimînin û salekê kêmtir cezayê wan mayî veguhestin Girtîgeha Vekirî ya Sêrtê.
Hat hînbûn ku, veguhestinên mijara gotinê ji ber di çarçoveya qanûna “hikumxwariyên cezayê wan ji salekê kêmtir bişert berdana wan yan jî veguhestina girtîgehê vekirî” hatiye kirin. Hat ragihandin ku, di derbarê veguhestinan de agahî dana malbatê wan. Veguhestina girtiyan ji aliyê otobûsên Amed-Êlihê ve hatiye kirin. Hat diyarkirin ku, dosyayên gelek girtiyên di girtîgehê de ji aliyê 3 dozgeran ve têne vekolîn. Çav lê ye ku, di rojê pêş de girtiyan veguhezin hinek girtîgehên din yan jî bişert berdin.