400 Hûnermend dê tevlî mitînga 14'ê Tîrmehê bibin

400 Hûnermend dê tevlî mitînga 14'ê Tîrmehê bibin

400 hûnermendên Kurd yên li Bakûrê Kurdistanê û bajarên rojava di bin banê 30 saziyên çand û hûnerê de dixebitin daxuyandin ku, ew dê tevlî mitînga "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" bibin. Hûnermendan diyar kirin ku, sedema hebûna hûnermendan di nav refên gel de cih girtine. Hûnermendan anîn ziman ku bi coş pêşwazîkirina mitîngê berpirsyariya exlaqî ye û banga tevlîbûnê kirin.

Amadekariyên mitînga "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" 14'yê Tîrmehê li Amedê tê bê lidarxistin berdewam dike. Piştî rêxistinên saziyên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran vê carê jî 400 hûnermendên ku li herêm û bajarên rojavayê di bin banê 30 saziyên çand û hûnerê de dixebitin li navenda çanda Cegerxwînê civîna çapemeniyê lidar xistin. Metna daxuyaniyê ya bi îmzeya 400 hûnermendan hatiye amadekirin ji aliyê Hûnermend Farqîn ve hat xwendin. Farqîn bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got; "Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan tê berdewam kirin û wekî riya şer a AKP'ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd hilbijartiye, polîtîkaya tenêhiştin û ji gel veqetandinê ji aliyê tu kesên ku ji xwe re dibêje ez mirovim ve nayê qebûlkirin û der exlaqî ye."

'DI NAV REFÊN GEL DE CIH GIRTIN SEDEMÊ HEBÛNA HÛNERMENANE'

Farqîn operasyonên siyasî û leşkerî jî nirxandin û wiha axivî: "Pevçûnên leşkerî û siyasî yên bê navber tên meşandin, xwe gihandiye heta komkujiya Roboskiyê. Şerê psîkolojîk ya li hemberî Birêz Ocalan tê meşandin sînorên tehemûlê derbas kirine. ji bo em ji vê bêexlaqiyê re bibêjin êdî bes e, pêşxistina berxwedanê pêdiviyek a mirovbûnê ye. Li hemberî pêkanînên hikûmeta AKP'ê yên şer di nav refên gel de cih girtin sedemê hebûna hûnermendan e. Dîsa bi zanebûna pêşengiya gelê azad hûnermendin pêdiviya girêdana Ozan Mizgîn, Serhat, Xelîl Dag, Alî Temel û Hêvî Şanogerane."

'TU HÊZ NIKARIN YEKÎTIYA GELÊ KURD XIRA BIKE'

Farqîn destnîşan kir ku hêviya ji pêkanînên AKP'ê wekî xiyanetê binav kir û wiha pê de çû: "Gelê Kurd ne gelê berê ye. Bi hûnermendên xwe, rewşenbîr û nivîskarên xwe, bi rojname û hemû saziyên xwe yek e. Hêza tu kesî dê têra xirakirina yekîtiya gelê kurd neke.

'BI COŞ PÊŞWAZÎKIRINA MITÎNGÊ BERPIRSYARIYA EXLAQÎ YE'

Farqîn bal kişand li ser mitînga li qada Îstasyonê dê bê lidar ixstin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Di salvegera berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982'an a li zîndana Amedê de bi şîara; "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" dê mitîngek bê lidarxistin. bi coş pêşwazîkirina mitîngê berpirsyariyeke exlaqî ye. Lewma me wekî hûnermendan xwest ku em wekî hûnermendan vê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi raya giştî re parve bikin. Em di heman demê de hemû gelê xwe vedixînin hevdîtina dîrokî. Em jibîr nekin ku berbanên tarîtiya zilmê vêdixe di nava berxwedanê şîn dibe. Her berxwedanek hêvana jiyana azad ya gelê Kurde."