40 ciwanên ji Başûr tevlî refên gerîla bûn

Bi destwerdana hêzên gerîla ya li êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Başûrê Kurdistanê re, tevlîbûna ciwanên Başûrî ya li nava refên gerîla zêde dibe. Bi dehan ciwanên tevlî refên têkoşînê bûn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê armanca xwe rave kirin.

Bi dehan ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn. Ciwanan bi daxuyaniyeke hevbeş armanca tevlîbûna  xwe ji ajansa me ANF'ê re anîn ziman. 

Di sala 2014' an de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybet dema ku li ser Kerkûk, Mexmûr û Şengalê pêk hatin, rê li ber tevlîbûna ciwanên Başûrê Kurdistanê ya nava refên gerîla  vekir.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo pêşî li komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê bigirin, di sala 2014'an de  derbasî qadên weke Kerkûk, Mexmûr û Şengalê bûn. Bi derbasbûna gerîlayan a van qadan re êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şikandin û hêzên Kurd li van deveran xetek parastinê ji bo xaka Başûrê Kurdistanê ava kirin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî bi feraseta parastina xak, çand û gelê Kurd cihê xwe di nava berxwedana li dijî DAIŞ'ê de girtin. 

"EM DIXWAZIN BIBIN ŞOREŞGERÊN GELÊ XWE"

Li ser navê komê ciwanê bi navê Simko Hîwa di daxuyaniyê de axivî û armanca xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla bi vî rengî anî ziman: "Di serî de ez silavên xwe ji tevahî gelê Kurdistanê û bi taybetî ji gelê xwe yê li Başûr re dişînim. Ji bo ku em li dijî neyarên gelê Kurd têbikoş in û bibin şoreşgerên gelê xwe me berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Armanca tevlîbuna me a yekemîn ew e em li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tekoşînê bimeşînin.

Armanc û daxwaza me ya duyemîn jî ji rêxistinên Kurd ên Siyasî ew e lihevkirin û kombûyîna Kongreya Neteweyî ye. Lê weke tê zanîn li Başûrê Kurdistanê partiya xwe nade ber Kongreya Netewî PDK ye. Her kes dizane PDK di aliyê fikir û daxwazên xwe de cewaze. Ev nêzîkatî di vê dema dîrokî de bi ti şêwayî xizmeta gelê me û hebûna me Kurdan nake." 

"WERIN TEVLÎ JIYANA AZAD BIBIN"

Hîwa diyar kir ku tekoşîna gerîla dide meşandin tekoşîna mirovahiyê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gerîla di armanc û tekoşîna xwe re hemû netewe, ol û mezheban hembêz dike. Gerîla, ji bo nirxên her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin û azadiya Rêber APO misoger bikin şer û têkoşînê didin meşandin."

Simko Hîwa di dawiya daxuyaniya xwe de bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir û got: "Em ê weke ciwanên Başûr heta dilopa xwîna xwe ya dawî, parastina şoreşê bikin û bi dirûşmeya 'her serketin, her serketin' tekoşîna xwe berdewam bikin. Em li ser vê esasê bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin û dibêjin werin çiyayên azad û tevlî jiyana azad bibin."

Ciwana bi navê Bêrîtan Soran jî di daxuyaniyê de axivî  û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em ji çiyayên azad silavên xwe yên şoreşgerî heta Îmrali ji bo Rêber APO dişînin. Her wiha em silavên xwe ji bo hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî gelê xwe yê Başûr re dişînin. Em weke 40 ciwanê Başûrê Kurdistanê îro li vir in. Armanca hatina me ya çiyayên azad avakirina şoreşa Kurdistanê ye." 

"ME SERÎ RAKIR Û BERÊ XWE DA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ"

Soran bal kişand ser asta têkoşîna jina Kurd gihîştiye û wiha daxuyaniya xwe berdewam kir: "Di roja îro de yên ku herî zêde êş û azarên şer dijîn, zarok û dayikên me ne. Bi taybetî mînakên vê rastiyê me li Şengal û Kobanê dîtin û jiya ne. Em weke keçên Başûr û ciwan li hemberî van êrîşan bêdengî nepejirand, me serî rakir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê."  

Bêrîtan Soran diyar kir ku PKK partiya jinan e û wiha dawî li axaftina xwe anîn: "Hinek kes dibêjin PKK'ê temsîla Kurdan nake, lê PKK'ê tevgerekî aştiyê ye û ji bo azadiya Kurdistanê têdikoş e. Eger ku êrîş li ser me çêbibin em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, xwe biparêzin. Em li ser wê esasî bang li keçan û hemû ciwanên Başûr dikin; bila werin çiyayên azad û ji bo azadiya Rêber APO û hemû gelê Kurdistanê têbikoşin."

"DI NAVA PKK'Ê DE QÎMETA MIROVAN TÊ ZANÎN Û MANEWIYAT HEYE'

Piştî ku daxuyaniya gerîlayên HPG û YJA Starê bi dawî bû, çend ciwanan nêrînên û hestên  xwe bi bi me re parve kirin.

Gerîlayan diyar kirin ku armanca tevlîbûna wan di serî de berxwedana Kobanê, Şengalê û Kerkûkê bû û wiha gotin; "Li Başûrê Kurdistanê gelek partî hene lê temsîla hemû Kurdan nakin û tenê li gor berjewendiyên xwe yên partî û eşîrtî tevdigerin. Tiştê PKK'ê ji van partiyan cuda dike gelek in. PKK bi fikir, îdeolojî û jiyana xwe ne tenê temsîla Kurdan dike, temsîla hemû gelan dike. Me di PKK'ê de nirx dayîna mirovan û manewiyat dît. Me hevaltî û jiyaneke nû dît. Û bi taybet tiştê di jiyana gerîla de li ser me bandora xwe çêkir nirxa ji bo jinê tê dayîn e. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê qîmet ji jinê re nayê dayîn û pêşerojeke azad di navbera jin û zilam de nîne. 

Gerîlayan di dawiyê de bang li ciwanên Başûr û hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku werin tevlî nava refên gerîla bibin.   

Gerîlayan piştî daxuyanî dan û hestên xwe anîn ser ziman, şahiyeke lidar xistin û li ber stranên Soranî govend gerandin.

...