4 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Bakurê Kurdistanê de 4 leşker hatin kuştin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Bakurê Kurdistanê de 4 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û şerê dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
ŞIRNEX
Roja 8'ê Hezîranê saet di 11:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên li dora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Şirnex Qilabanê li hev civiya bûn, çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.
8'ê Hezîranê saet di 15:00 de hêzên me li dijî qereqola Sînekê ya li navçeya Şirnex Qilabanê çalakiyeke sûîqestê lidar xistin û li vir leşkerek mir, yek jî birîndar bû. Piştî vê çalakiyê qereqola Sînekê obus û hawan avêt derdora xwe.
8'ê Hezîranê saet di 17:30 de, li dora girê Şehîdan ê li navçeya Qilabanê li hemberî kepçeyeke dixebitî bi çekên giran çalakiyek hat kirin. Di encama çalakiyê de leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me di heman demê de li leşkerên li dora girê Şehîd Lezgîn bi cih bûbûn, xistin. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran a li vir nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Elemûn û Arûşê bi tank, hawan û obusan girên Şehîd Azad û Şehîd Dilber bomberdûman kirin.
ÇEWLIK
Li hemberî qereqola Haftarîç a li navçeya Çewlik Xolxolê, hêzên me yên gerîla roja 8'ê Hezîranê saet di 17:00 de çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek mir, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê qereqola Haftarîçê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
BEDLÎS
7'ê Hezîranê saet di 19:00 de artêşa TC li qada Nanîvan a ser bi navçeya Bedlîs Xîzanê dest bi operasyonê kir. Operasyon êvara 8'ê Hezîranê qediya. Li herêmê yekîneyên veşartî yên dijmin hene.
AGIRÎ
8'ê Hezîranê, artêşa TC li derdora gundê Elê yê li herêma Gilîdax a Agiriyê dest bi operasyonê kir.
AMED
Artêşa TC ev 3 roj in li Amedê êrîşên hewayî pêk tîne. Artêşa TC ji van êrîşên hewayî ti encam bi dest nexistiye.
COLEMÊRG
Roja 30'ê Gulanê, artêşa TC li qada Bezeno ya navçeya Colemêrg Şemzînanê operasyon dabû destpêkirin. Di şerê ji ber vê operasyonê de têkiliya me bi hevaleke me re qut bûbû. Hevala ku têkiliya me pê re qut bû, şehîd ketiye.
Nasnameya hevala me ya şehîd ketiye bi vî rengî ye:
Nasnav: Silav Rover
Nav paşnav: Gulsum Akinci
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navên dayik û bav: Şîrîn-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 2016 / Colemêrg
HEFTANÎN
Roja 8'ê Hezîranê saet di navbera 22:00-22:30 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora gundê Şîlanê, Geliyê Şabanikê yên Heftanînê barandin."