4 kesên din ên ku di qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
4 kesên ku 3 jê zarok ên di qetlîama Dîlokê de birîndar bibûn û îro jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin.
4 kesên ku 3 jê zarok ên di qetlîama Dîlokê de birîndar bibûn û îro jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin.
Rabîa Îlter (10) Ferîde Ayhan (13), Zîlan Ayhan (9) û Dogan Ozcan (20) ku di qetlîama Dîlokê de bi giranî birîndar bibûn û îro jiyana xwe ji dest dan li goristan Yeşîl Kent ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de li gel malbat û xizmên wan parlementerê HDP’ê Mahmût Togrûl û bi sedan kes amade bûn. Polîsên ku di ketin û derketina goristanê de ewlekariyekî xûrt girtibûn xwestin ku HDP’yî beşdarî merasîma cenaze nebin. Bi ketina navbeynkariya malbatan aloziya heyî bi dawî bû, leşkeran bi israr li pey provakasyonan bûn.
Piştî nimêja cenazeyan darbesta Îlter, Ayhan, Ozcan û Ayhan welatiyan hildan ser milan û ber bi gorisanê ve ketin rê. Cenazeyê her 4’an hatin veşartin. Piştî ku cenaze hatin veşartin, girseya qelebalix ji bo kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştre girseyê berê xwe da konê sersaxiyê yê ku li Taxa Beybahçeyê hatî vedan ve meşiyan.