4 gerîla bi dirûşiman spartin axê

4 gerîla bi dirûşiman spartin axê

Ji gerîlayên di pevçûna li bejahiya Hezexa Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, gerîla Nûrî Sînir li Amedê, Reşat Ari li Serêkaniyê, Selman Elîş li Şemrexê, Abdulganî Akbulut jî li Girêmîraya Nisêbînê li ber dirûşmeyan spartin axê. Derket holê ku piştî gerîlayan jiyana xwe ji dest dane îşkence li bedenê gerîlayan hatiye kirin. Lewma hêrsa girseya ku ev yek bihîst gihişt asta herî jor.

Cenazeyên gerîlayên ku di pevçûna li bejahiya Hezexa Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan piştî ku hatin teşhîskirin ji morga saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi Amedê ve rê xistin. Cenaze di ketina Amedê de Parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Adîl Kurt, Demîr Çelîk, Ozdal Uçer û Ayla Akat jî di nav de ji aliyê gelek kesî ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Piştî ku cenazeyê Nebî Sinir (Kawa Amed) bi konvoya ji aliyê bi sedan wesayîtî pêk tê ve birin goristana Yenîkoyê 3 cenazeyên gerîlayên din ber bi Mêrdîn û Rihayê ve hatin rêwîkirin.

GELO LI CENAZEYÊ ÎŞKENCE HATIYE KIRIN?

Kesên dixwestin cenazeyê gerîa Sinir bibînin, ji ber cenaze hatibû tehrîpkirin, hêrsa xwe neveşartin. Di qirika Sinir de şopa benê hebû tehrîş bibû, di hin cihên bedena wî de tahrîpkirin hebû gûmana ku cenaze bi erdê ve hatiye xişikandin. Çavê rastê ya Sinir ku hatibû derxistin û ji ber di bedena wî de tu şopên guleyê xûyanekir, girseyê bi dirûşmeya "AKP dê hesab bide gel" avêt. Her wiha di demên dawî de bê îstîsna bedenên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, 'reş' bûne, gûmana gelo madeya kîmyewî hatiye bikaranîn tê pirsîn.

Cenazeyê Sinir piştî di mizgeftê nimêja cenazeyê hate kirin, cenaze li ser milan heta goristanê birin. Bê navber dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Ey Şehîd xwîna te erdê namîn e" hate berzkirin. Piştî cenaze hate veşartin, dia hatin xwendin. Piştî definkirinê Serokê Şaxa MEYA DER a Amedê Leyla Ayaz, axaftinek kurt kir û diyar kir ku gelê kurd dê van zarokên xwe yên ji bo azadiya kurdan têdikoşin jibîr neke. Ayaz, got: "Gelê kurd dê her tim li şehîdên xwe xwedî derkeve. Bila gelê kurd û malbatê sax be."

'HIKUMETA AKP'Ê DI NAV HEWILDANA VALA DERXISTINA GAVÊN JI BO ÇARESERIYÊ TÊN AVÊTIN, DE YE'

Parlementer Nûrsel Aydogan jî, "Em kesên li vir man e, heta em bijîn teqekes em dê xeyal û hêviyan wan bi cih bîn in" dest bi axaftina xwe kir. Aydogan, da zanîn ku berdela wê çi dibe bila bibe ew dê di vê riyê de herin. Aydogan, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan bi salan e ji bo pirsgirêka kurd bi riya demokratîk bê çareserkirin bi salane di nava hewildanan de ye. Bi taybetî piştî bi komployeke navneteweyê ew anîn Tirkiyê ligel tecrîdek giran gavên somut a çareseriyê avêt. Lê hikumeta AKP'ê di nav hewildana valaderxistina gavên ji bo aşitiyê ku ji hêla birêz Ocalan ve hatiye avêtin, de ye.

'EZ ÎDÎA DIKIM KU LI VAN MIROVÊN DELAL ÎŞKENCE HATIYE KIRIN'

Pişt re li ser navê malbata Sinir mamê gerîla Nebî Sinir, Nûrî Sinir, axaftinê kir. Sinir, diyar kir ku ji hêla malbatê ve navê Nebî, weke Ahmet tê nasîn tenê di nasnameya tirkan de Nebî ye. Sinir, da zanîn ku Ahmet ji vê dozî bawer kir û çû. Sinir, destnîşan kir ku Ahmet ne braziyê wî ye kurê gelê kurd e. Sinir, anî ziman ku desthiladarê faşîst tehamuliya wan ji mirina van mirovên delal re tune ye. Sinir, derbirî ku ji Meletî heta niha bi pêkûtî û gefa dê cenazeyê birevîn in wan mijûl kirine û got: "Em îro namirin, ji dîrokê heta niha em tên kûştin, di 1071'an de, 1514'an û şerê cîhanê de em bi wan re bûne yek û me şer kir. Lê di 1920'an de weke mukafat tûnehesibandina me kurdan bû." Sinir, diyar kir ku ev 4 mirov li hember çekên mezin şer kirine û wiha got: "Ez îdîa dikim ku ev 4 mirov ji jor ve bi avêtina madeyek dişibe madeya kîmyewî şehît ketine. Di cîhanê de şerê herî qirêj şerê ku li hemberê gelan tê kirin e."

'DI CÎHANÊ DE MIRINA HERÎ XWEŞ BI ZANEBÛNA JI BO ÇI DIMIRÎ YE'

Sinir, da zanîn ku Ahmet di zanebûna ji bo çi miriye de bû û ev tişt gotin: "Dema Ahmet çû min ew roj mirina wî îlan kir, lewra weke her ciwanek kurd, her gerîlayek kurd bû. Ji ber vê yekê dibêjim di cîhanê de mirina herî xweş bi zanebûna ji bo çi dimirî ye. Werin em hem li ser navê wan ji bo bigihije nifşên nû bi dengek bilind ku ezmanan biqelîşîne û Ankara bibîhîze, sê caran bibêjin Azadî, azadî, azadî..." Pişt re hemû girse bi yek dengê pê re got in.

Mamê gerîla Sinir, Nûrî Sinir, di dawiya axaftina xwe de, nameya ku dema derkete çiya, ji wan re hiştî, de helbesta çarîkê xwend: "Hin caran dibêm ji bîr neke/ Lê min jibîr nekir we/Ez helbestan dinivsîn im ji bo we/Di bin siya tarî ya darên biyê de/Min hêlîn çêkir li ser şaxê/Rûdinêm hesretê disojim/Bêrikirine kim, agirek im/Lê min ji bîr nekiriye we, heke we min ji bîr kiribe jî/Ji hemû dilên evîn, eşq, aşitî, biratî, azadî û bi serkeftinê re dibezin re..."

Piştî axaftinan girseyê bê navber dirûşmeyên "Şehît namirin", "Rêhevalê rojê nemir e" hate berzkirin û belav bûn.

RIHA

Cenazeyê gerîla Reşat Arî (Kamuran Penaber) li navçeya Qosera Mêrdînê Parlementerê Muşê Demîr Çelîk û rêvebirên BDP'î jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Cenaze ji vê derê bi konvoya ku ji sedan wesayîtî pêk tê ber bi gundê Şêxrucuna navçeya Serêkaniyê ve derxistin rê. Li seranserî rê gundiyên nîşaneya serkeftinê dan dirûşme berz kirin û zimêr bilind kirin. Konvoya Ari di saetên dereng de ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Bi hezaran kesî darbesta Ari bi rengên kesk û sor û zer xemilandin bi ser milan birin heta goristanê. Di meşê de posterê mezin ê Arî jî hat vekirin. Bi hezaran kesî heta goristanê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" Tolhildan tolhildan" û "Şehîd namirin berz kirin.

LI SER CENAZEYAN ŞOPA CENAZEYÊ

Hat diyarkirin ku cenazeyê Ari ji nafteng û pê de şewitiye. Dayîka Ari Turkan Ari dema ku cenaze dihat şuştin xîtabî girseyê kir û got; "Kurê min ji naftehgê û pê de şewitandine. Şopa guleyan nîn e. Ji bo ku em hîn bibin ka bi çekên kîmyewî şewitandine yan na me porê wî girt gel xwe. Em ê testa DNA'yê bikin. Di vê kêlîkê de dirûşmeyên hatin berzkirin teyîsîn kolanên gund. Piştre girseyê cenazeyê Ari bi dirûşmeyên; "Kurdistan dê ji TC'yê re bibe goristan" û "PKK tolhildan" heta goristanê meşiyan. Leşker û polîsên ku gund dorpêç kirine kirin bê navber ji bo gel dirûşmeyan berz neke hişyarî kir, gel jî li hemberî vê yekê bertek nîşan da û cenaze li ber dirûşmeyan spartin axê.

'Serê gelê kurd sax be'

Piştî cenaze hat veşartin Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk axivî û got; "Me cenaze di saetên dereng de veşart, lê terora dewletê li vê derê jî xilas nebû. Polîs û leşkeran gund dorpêç kiriye, ev jî têrê nekir destûra dirûşmeyan nadin. Ez vê yekê şermezar dikim. Bila polîsên AKP'ê demildest dev ji vê polîtîkayê berdin. Piştî meşa girseyê leşkereke bi rayeya bilind bi kurdî hişyariya "belav bibin" kir. Girseyê jî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da.

MÊRDÎN

Cenazeyê gerîla Selamn Elîşê bi nasnav Karker Cegerxwînê di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn jî li navçeya Şemrexê ji aliyê konvoya bi sedan wesayîtî pêk tê ve hat pêşwazîkirin. Parlementerê Wanê Ozdal Uçer, rêvebirên bajar û navçeyan, MEYA-DER û KURDÎ-DER jî di nav de bi hezaran kes tevlî pêşwazîkirinê bûn. Di merasima ku dirûşmeyên; "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hat berzkirin de ala PKK'ê hat vekirin. Konvoyê cenaze anî mizgefta Kutbeliyê. Hat hînbûn ku qeymeqamiya Şemrexê û midûriyeta ewlehiyê bi fermanekê asteng kirin ku cenaze li mizgeftê neyê şuştin. BDP'iyan li ser vê yekê nerazîbûn nîşan dan, cenaze anîn mizgeftê û li vê derê wecibên olî hatin pêkanîn. Piştre konvoya cenaze ber bi gundê Gulukê ve derket rê. Bi hezaran kesî di ketina gund de darbesta Elîş danîn ser milan û heta goristanê meşiyan. Di dema veşartina cenaze de jî sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.

Nûnerê MEYA-DER'a Mêrdînê Mahmut Erdem di merasimê de wiha axivî: "Di encamên polîtîkayên îxtîdarê de ev cenaze tên. Tu caran polîtîkayên şer encam nagirin. Ewladên kurd di oxira têkoşîna xwe de jiyana xwe jideest dane. Em jî dê şopdarên riya wan bin. Parlementerê Wanê Ozdal Uçer jî got; "Wan li çiyayên Kurdistanê ji bo Kurdistanê têkoşiyan. Em bejna xwe li ber wan ditewînin, ji malbata wî re serxaxiyê dixwazin."

Bavê Elîş Abbas Elîş jî diyar kir ku kurê wî şehîdê gelê kurd e û anî ziman ku di dawiya dawî de ew ê biser bikevin.

GERÎLA RÊBER LI GIRÊMÊRA SPARTIN AXÊ

Abdulganî Akbulutê bi nasnav Rêber Bagok jî li bajaroka Girêmiraya navçeya Nisêbînê hat veşartin. Cenazeyê ku şevê din derengî şevê anîn Girêmîrayê vê şeveqê bi girseyî anîn mizgefta Girêmîra û wecibên olî pêk anîn. Parlementerên BDP'î Adil Kurt, Şaredar Nisêbînê Ayşe Gokkan Hevseroka BDP'a Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, rêvebirên BDP'ê yên bajêr û navçeyan jî di nav de bi sedan welatî tevlî merasimê bûn. Di merasima ku bê navber dirûşmeyên; "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" "Şehîd namirin hatin berzkirin de wêneyên Akbulut hatin bilindkirin. Piştî ku cenaze hat veşartin nûnerê MEYA-DER'ê Ramazan Kalkan axivî û got; "Akbulut ev 7 salin ji bo gelê kurd têdikoşe. Em deyndarên şehîdên Kurdistanê ne.

'EM KURD NE DILDARÊN ÇEKÊ NE'

Parlementerê Colemêrgê Adil Kurt jî diyar kir ku gelê kurd dildarê çekê nîne û wiha axivî: "Em tenê nasname û zimanê xwe dixwazin. Me 4 ciwanên xwe spartin axê. Wan ji bo rûmeta vî gelî şer kirin, ji bo ziman, nasname û çanda vî gelî şer kirin. Wan hebûna kurdan da bihîstîn. Em hêvîdar in ku ev şehîdê dawiyê be. Êdî bes e." Kurt mitînga 14'yê Tîrmehê li Amedê dê bê lidar xistin de bibîr xist û wiha pê de çû: "Heke em dixwazin şer bidawî bibe, Heke em dixwazin mafên kurdan bên nasîn û ya herî girîng jî heke em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û em ciwanên xwe nesperin axê em derkevin qadan û bibêjin êdî bes e."

'SERÊ GEL Û RÊHEVALÊN WÎ SAX BE'

Bavê Akbulut Ramazan Akbulut jî destnîşan kir ku gelê kurd ji Meletiyê heta Mêrdînê seferber bûne û wiha got; "Me hurmeke mezin ji gel dît. Gelê me xwedî li şehîdên xwe derketin. Bila serê gelê me û rêhevalên wî sax be."

'EM DI 14'YÊ TÎRMEHÊ DE BIQÎRIN'

Şaredarê Girêmîra Siraç Dînç jî anî ziman ku wan parçeyek ji bedenê xwe spartine axê û xwest ku rondikên çavên dayîkan êdî rawestin. Dînç bal kişand li ser mitînga 14'yê Tîrmehê û wiha axivî: "Em dest bidin hev û li bedenên Amedê dengê xwe bilind bikin." Piştî axaftinên hatin kirin girse bi dirûşmeyan ber bi mala şînê ya ji bo Akbulut hatiye vekirin ve meşiya.