Polîsan li Taxa Ehmedê Xanê ya Navçeya Bazîda Agirî kontrola nasnameyê kir. Polîsan di kontrolê de 4 ciwan binçav kirin.
Polîsan li Taxa Ehmedê Xanî ya Navçeya Bazîda Agirî kontrola rê û nasnameyan kir. Polîsan di kontrola nasnameyan de 4 kes binçav kirin. Li gor agahiyan, di navbera polîsên kontrola rê û nasnameyan dikirin û ciwanên ku wesayîta wan hatibû rawestandin de ji ber sedemek ne diyar nîqaş derket. Piştî nîqaşan 4 kesên bi navê Salîh Ozer, Harûn Altan û 2 kesên navên wan nehate zanîn ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. 4 ciwan birin Qereqola Polîsan ya Uluyolê.