4 çeteyên hatin dorpêçkirin xwe teqandin
Li gundê Qîrata Mezin 4 çeteyên ku hatibûn dorpêçkirin, xwe teqandin û mirin.
Li gundê Qîrata Mezin 4 çeteyên ku hatibûn dorpêçkirin, xwe teqandin û mirin.
Piştî 6 rojan ji operesyona ‘Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla’ ya rizgarkirina Minbicê, êdî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bejahiya başûrê Minbicê şer dikin û operesyonê li wir didomînin.
Şervanan duh danê sibehê gundê Qîrata Mezin ê ku 7 km li başûr Minbicê ye ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Li devereke hawirdora gund şervanan 4 çete dorpêç kirin. Her çar çeteyên ku rêya xelasiyê nedîtin, berêvarê xwe teqandin. Di encamê de her 4 çete jî mirin.
Li aliyê din di operesyona lêgerîn û paqijkirina gundê Qîrata Mezin de 18 termên çeteyan hatin dîtin. Di nava terman de, cenazeyên 8 çeteyên biyanî ku tê texmînkirina ji Çînê bin hatin dîtin.
Her wiha li ber cenazeyan, 12 kalaşnîkov tevî hezar fişekên wê, 30 rext, 1 B-7 (RBG) roketavêj û 6 roketên wê, 10 bombeyên destan, 1 dûrbîna şevê, 4 bêtêl û 1 Wifi ya internetê, hatin bidestxistin.