37. salvegera damezirandina PKK’ê li çiyayê Kurdistanê hat pîrozkirin
Di pîrozbahiyê de endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata axivî, destnîşan kir ku salvegera damezirandina PKK’ê tenê avakirina partiyekê diyar nake, îro di heman demê de roja hebûn û vejîna gelê Kurd e.
ANF
BEHDÎNAN
în, 27 sermawezê 2015, 15:05
Li çiyayên Kurdistanê, hejmarek zêde gerîla hatin cem hev û 37. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata axivî, destnîşan kir ku salvegera damezirandina PKK’ê tenê avakirina partiyekê diyar nake, îro di heman demê de roja hebûn û vejîna gelê Kurd e.
Li herêmên gerîla, bi hatina Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata, Nûrettîn Sofî, Helîn Umît û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok merasîma leşkerî destpê kir.
AYATA: ÎRO SALVEGERA HEBÛNA GELÊ KURD E
Di merasîma leşkerî de Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata ji gerîlayan re axivî, wiha got: “Îro salvegera damezirandina partiya me ye. Ev ne tenê damezirandina partiyekê ye, salvegera hebûna, vejîna gelê Kurd e. Di hatina vê roja de bi keda xwe ya bêhempa di serî de Rêber Apo, hevrêyên me yên berdêl dane, gelê me û gelek lehengên me yên bênav re em rêzên xwe û mînetên xwe pêşkêş dikin.”
Ayata got îro di serketinên hatiye bidestxistin de, di ezmê têkoşînê de rola hevrêyên wan ên berdêl dane pir mezin e û axaftina xwe wiha domand: “Heta îro jî her tim şehîd bûne sedema serketina me. Ji îro û şûn ve jî li her çar parçeyê Kurdistanê û li tevahî cîhanê em ê bi rûhê Apoyî têkoşîna li ser navê gelê Kurd bidomînin.”
Ayata destnîşan kir ku bi rûhê Apoyî wek ji nû ve jidayikbûne wê têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bidomînin û wiha got: “PKK’e, ji nû ve avakirina jiyana gelê Kurd û di rê li ber azadiya wê xistinê de tevgerek pêşeng e. Civakek ji cewherê xwe biyanî bûye, bi zanebûna azadiyê ve PKK’ê ji nû ne strayî û partiyek gel a ku vê guhertinê bi serketî pêk aniye. Tiştê ku îro PKK’e gihandiye vê rojê jî ev rastî ye. Ji îro û pê ve jî ev rastiya bê ku navber bidê wê têkoşîna xwe bidomînê. Bi wesîleya îro ez damezirandina partiya me li we û tevahî mirovahîyê careke din pîroz dikim.”
Axaftina Ayata bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.
Piştî axaftinan, koro derket ser dikê û coşa di nav gerîlayan de zêde bû. Piştî koroyê skeçên ku gerîlayan amadekirine rastî elaqayek mezin hat; şanoya Wêneyek ji Dîrokê ya ji aliyê Şanoya Çiya hatiye amadekirin demên hêstiyar da jiyîn. Koma Awazê Çiya derket ser dikê û gelek stranên li ser PKK’ê û şehîdan got. Bi govendên li ber stranên Koma Awazê Çiya aktîvîte bi dawî bû.