Li bejahiya navçeya Şemzînana Colemêrgê 8 roje pevçûn û operasyon didomin, her wiha 30 wesayîtên Kîrpî yên zirxî ji Colemêrgê şandin Şemzînanê.
Li gorî agahiyan, li Şemzînanê ji 23’ê Tîrmehê û vir ve operasyon û pevçûnên destpêkirin didomin.
Tê ragihandin ku, di çarçoveya operasyonê de herêm bê navber ji aliyê helîkopterên Kobra ve tê bombebaran kirin. Îro jî ji Tûgaya Komando û Çiya ya Colemêrgê 30 wesayîtên bi navê ‘Kîrpî’ yên zirxî şandin herêma pevçûnê. Di van sê rojên dawî de wesayîtên zirxî dişînin Şemzînanê.