3 zarok ji aliyê şervanên YBŞ-YJŞ’ê ve ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin

Şervanên YBŞ-YJŞ’ê 3 zarokên din ên Êzîdî ku di dema fermanê de dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Di demek ku komên çekdar ên ser bi PDK’ê êrîşê Xanesorê û şervanên wan YBŞ-YJŞ dikin de şervanan ragihandin ku 3 zarokên Êzîdî 2 jê kur û 1 jî keç ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine.

Li herêma Şengalê hê jî gelek gund di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne û gelek zarok û jinên Êzîdî hîn di destê wan de û li benda rizgarkirinêne. Hêzên YBŞ/YJŞ’ê ku di dema fermana 73’yan a sala 2014’an de hat avakirin jî, bi armanca rizgarkirina dîlgirtiyan û parastina Şengalê têkoşiyan. Lê tam di dema ku çekdarên ser bi PDK’ê de ku êrîşî Xanesorê dikirin de şervanan 3 zarokên din ên Êzîdî jî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.

Şervanên Êzîdxanê di aliyek de li dijî êrîşên dagirkirinê yên komên çekdar ên ser bi PDK’ê liberxwe didin û parastina gel dikin, di aliyê din de jî xebat û têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina Êzîdiyên dîl ketine destê çeteyên DAIŞ’ê de berdewam dikin.

Şervanên YBŞ’ê herî dawiyê 3 zarokên din di encama operasyonek taybet de, ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Zarokê bi navê M. dema çeteyan di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û ew birin 2 mehî bû, zarokê din ê bi navê M. yek salî û zaroka bi navê W.S. jî 14 salîbû. Yekîneya YBŞ’ê hersê zarokên ku niha yek ji wan 3’ê saliye, yek 4 salî û yek jî 17 salî ye, rizgar kirin û anîn Xanesorê.

Şervanên YBŞ’ê têkildarî mijarê li Xanesorê li gel hersê zarokên ku ji gundê Koço ne daxuyaniyek da. Fermandarekî YBŞ’ê Kurtay Şengalî bibîr xist ku di êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an de gelek zarok, jinên ciwan û dayîk ketine destê DAIŞ’ê. Şengalî destnîşan kir ku piştî avakirina YBŞ û YŞJ’ê, têkoşîna ji bo rizgarkirina zarok, jinên ciwan û dayîkan jî destpê kiriye. Şengalî diyar kir heta niha gelek kes ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û wiha got: “Îro zarokek keç û du zarokên din ên kur hatin rizgarkirin. Em weke Hêzên Berxwedana Şengalê heta yek ji welatiyên me yê Şengalê di destê DAIŞ’ê de hebe, weke erkekê em ê wan rizgar bikin.”

‘PDK’Ê EM XAPANDİN’

Piştre Muciwirê Şerfedînê Şêx Xelef axivî û bibîr xist ku beriya 3’ê Tebaxa 2014’an PDK’ê ji wan re gotiye wê parastina wan bikin û wiha got: “Li gorî gotinên wan qasî 10-12 hezar pêşmerge li xaka Şengalê hebûn. Lê belê wan wê demê xelkê me yên Êzîdî xapandin. Wê demê tifaqa wan a bi DAIŞ’ê re hebû.”

Şêx Xelef anî ziman ku ji ber vê xapandina PDK’ê civaka Êzîdî di komkujiyê re hatiye derbaskirin û gelek zarok, keç û dayîk ketine destê DAIŞ’ê de.

‘BİRÎNÊN ME XWÎN JÊ TÊN’

Xelef destnîşan kir ku YBŞ’ê têkoşîna rizgarkirina van zarok û jinan dimeşîne û wiha dom kir: “Îro hûn dibînin keçeke me û du zarok ji destê DAIŞ’ê xilas bûne. Ji birînên me xwîn tê û heta roja îro xwîna wê nesekinî ye.”

‘BİLA BİRÎNÊN ME VENEKİN’

Şêx Xelef anî ziman ku PDK’ê ew bi tenê hiştine, îro bi hinceta ku wê PKK’ê ji herêmê derxîne, êrîşî Xanesorê dike û ev tişt anî ziman: “Kê PKK anî Şengalê, civaka Êzîdî? PDK’ê gelê me yê Êzîdî xist destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê. Di dema fermanê de bi reveke bêyî ku li pişta xwe binêrin li wesayîtên xwe siwar bûn, bi lezekî 120 kîlometre reviyan. Hêzên YPG û HPG’ê hatin û bi fedekarî, bi berxwedaniyek mezin xelkê me yê Êzîdî parastin û korîdora mirovî vekir. Gelê me ji komkûjiyek mezin xilas kirin û qasî 250- 300 hezar kes ji Çiyayê Şengalê derbasî Rojavê Kurdistanê kirin. Îro jî dibêjin ‘em ê şerê PKK’ê bikin û PKK’ê ji xaka Şengalê derxînin.’ Hîna xwîn ji birînên me tê, bila birînên me derman bikin, ne xwê bixinê û bi daran tev bidin.”

‘BİLA GELÊ ÊZİDÎ ZANİBE KA KÊ EW FİROTİN’

Şêx Xelef bang li civaka Êzîdî jî kir û wiha got “Civaka me ya Êzîdî; hûn hemû dizanin kê mala we xirab kir, kê hûn firotin, kê hûn xistin destê DAIŞ’ê. Îro li Çiyayê Şengalê cihê herî aram, cihê herî saxlem bajaroka Sinûnê û bajaroka Xanesor in. Bi hezaran malên Êzîdiyan li Xanesor û Sinunê nedixwestin navê pêşmergeyan bibihîsin û li ber çavên wan reş bûne. Dibêjin em hatine parastina civaka Êzîdî bikin. Ev ne rast e, nehatin parastina civaka Êzîdî bikin. Ger ku wisa bûya, bila biçûna Til Qeseb, Til Binat, Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ji destê çeteyê DAIŞ’ê rizgar kiriban. Weke civaka Êzidî destê xwe bidin hev û li hember van bisekinin û jêre bêjin ‘Bese ji zilma we re.”

Birayê W.S. jî got: “Birayê zaroka 17 salî W.S. ya ji destê çeteyan hatiye xilaskirin D.S. jî axivî û got: “Şervanên Êzîdîxanê, bi navê Êzîdîxanê berê xwe didin dijmin û şer dikin. Zarok, xwişk, dayîk û gelê me ji destê çeteyên DAIŞ’ê xilas dikin. Hêviya me ji Tawisê Melek heye ku bi hewaran were û ji bo rizgarkirina zarok, xwişk û dayîkên me bi wan re alîkarbe.”