Li navçeya Şemizînana Colemêrgê 3 wesayîtên ji 5’emîn Tabûra Piyade ya Bêzelê re dibirin, ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin şewitandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, sê wesayîtên ku erzaq ji qereqola Bêzelê ya navçeya Şemizînana Colemêrgê re dibir, ji aliyê gerîlyaên HPG’ê ve hatin şewitandin. Heta niha der barê ajotkarên wesayîtan de tu agahî nehatine bidestxistin, lê tê diyarkirin ku dibe ji aliyê gerîlayan ve hatibin desteserkirin.