3 Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin.
Şervanên YPG’ê Îsmaîl Bagişkondu, Mehmet Emîn Kiliç û Ahmet Çilgin ên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmên tevlîbûna hezaran re hatin definkirin.
Şervanên YPG’ê Îsmaîl Bagişkondu, Mehmet Emîn Kiliç û Ahmet Çilgin ên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmên tevlîbûna hezaran re hatin definkirin.
Şervanên YPG’ê Îsmaîl Bagişkondu, Mehmet Emîn Kiliç û Ahmet Çilgin ên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmên tevlîbûna hezaran re hatin definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Îsmaîl Bagişkondu (Bedran Siwêreg) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Gecîburcuyê ya Siwêregê hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Îsmaîl Bagişkondu (Bedran Siwêreg) roja 30'ê Hezîranê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Mişrêfê yê Girê Spî jiyana xwe ji dest da, li Taxa Gecîburcuyê ya Siwêregê ya Rihayê hat definkirin. Malbata Bagişkondu cenazeyê kurê xwe ji Deriyê Sînor ê Xabûrê wergirt û bi karwanekê anî Taxa Gecîburcuyê. Welatiyan cenazeyê Bagişkondu li ser milên xwe kirin û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û hilgirtina alên PKK, YPG û KCK'ê heta goristanê meşiyan. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Bagişkondu bi xwendina "Çerxa şoreşê" hat definkirin.
Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan axivî û diyar kir ku AKP hevkarê xwîna tê rijandin e û wiha got: "Em soz didin şehîdên xwe û em ê têkoşîna wan bidomînin." Kekê wî Rifat Bagişkondu jî got ku birayê wî ji bo azadiyê derket sere çiyê.”
‘ÇILGIN LI QOSERÊ HAT OXIRKIRIN’
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Çilgin (Berxwedan Qoser) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Girgewrê ya Qoserê di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Çilgin (Berxwedan Qoser) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Girê Spî jiyana xwe ji dest da, li Taxa Girgewrê yê Qosera Mêrdînê hat definkirin. Piştî malbata Çilgin cenazeyê kurê xwe ji Deriyê Sînor ê Xabûrê wergirt ji bo definkirinê ber bi Qoserê ve bi rê ket. Cenazeyê Çilgin bi karwanekî ber bi Taxa Girgewrê ve bi rê ket. Leşkeran di ketin û derketina taxê de bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û nehiştin cenaze têkeve taxê. Li vê helwesta leşkeran parlamenterên HDP'ê Gulser Yildirim, Enîse Guneylî û rêveberên HDP û DBP'ê bi rayedarên leşkeran re hevdîtin pêk anî. Dîsa jî leşkeran destûra ketina cenaze neda û li ser vê yekê parlamenter Yildirim ev tişt anî ziman: "Bila hemû Tirkiye dengê min bibihîze. Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiye îro deyndarê van ciwanan e. Heke ev ciwan li hemberî DAIŞ'ê şer nekiribana, wê heman hişmendî bihata Tirkiyeyê. Divê hûn rêz nîşanî cenaze bidin."
Li hemberî astengiya leşkeran welatiyan cenaze li ser milên xwe kirin û bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" ber bi taxê ve dest bi meşê kirin. Welatiyên taxê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi avahiyên xwe ve daliqandin. Welatiyan cenaze birin goristana gund û li wir defin kirin. Dema cenaze dihat definkirin leşkeran jî bi wesayîtê zirxî goristan dorpêç kirin.
Hevserokê DBP'ê ya Mêrdînê Omer Ocalan di merasîma cenazeyê de axivî û diyar kir ku li wir jî bi zilamê re rû bi rû ne û wiha got: "Va ye hûn dibînin zilam li vir jî astengiyê derdixin pêşiya me. Heke hûn dibêjin sînor namûsa me ye wê gavê biçin ser sînor nobetê bigirin da ku çeteyên DAIŞ'ê ji sînor derbas nebe. Li şûna bi çeteyan re şer bikin tên bi me re şer dikin. Lê em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî van çeteyan şer bikin."
Bavê wî Metîn Çilgin jî anî ziman ku Ahmet ne tenê şehîdê wan, ew şehîdê hemû parçeyên Kurdistanê ye.
Piştî axaftinan welatî çûn konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatê xwestin.
‘LI FARQÎNÊ OXIRKIRINA BI HEYBET’
Şervanê YPG'ê Mehmet Emîn Kiliç (Teyhan Rozerîn) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Mişêfrê yê Girê Spî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kiliç ji hêla sedan welatiyan ve li gundê Kinyatê yê Farqîna Amedê hat definkirin. Cenazeyê Kiliç li ser rêya Farqîn-Êlih-Bedlîsê ji hêla karwanek wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û ber bi gund ve bi rê ketin. Welatiyan gundên derdorê bi nîşaneya serkeftinê cenazeyê Kiliç pêşwazîkirin. Welatiyan li gund cenazeyê Kiliç li ser meilê xwe kirin û bi berzkirina "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" heta goristana gund meşiyan. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Kiliç hat definkirin.
Merasîm, bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Bavê wî Sabrî Kiliç di merasîmê de axivî û ev tişt anî ziman: "Ew ne tenê şehîdê me, şehîdê me hemûyan e. Ez heqê xwe li her kesî helal dikim."
Ji ber germê bi wesayîtên agirkuj av li ser welatiyan kirin û bi vî awayî welatî ji germê parastin.
Welatî bi hev re çûn konê sersaxiyê.