3 şaxên din ên komaleyan hatin girtin

Şaxên MEYA-DER û KURDÎ-DER ên Colemêrgê û CODER hatin mohrkirin.

Bi fermana Wezareta Karên Hundir de Şaxên Komaleya Kesên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Mezopotamyayê (MEYADER), Komaleya Lêkolîn û Pêşdebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ên Colemêrgê û Komeleya Xwendekarê Colemêrgê (CODER) ku di nava 370 saziyên xebatên wan hatine rawestandin de cih digirin ji aliyê polîsan ve hatin mohrkirin.