Hate zanîn ku 3 kesên duh li navçeya Gimgima Mûşê bi birîndarî hatin girtin ne gerîlayên HPG'ê ne, kesên sivîl in. Hate zanîn ku birîndar Serdar Gumgum jî ji sedî 61 astengdar e.
Li gorî agahiyan 2 roj berê li gundê Qolan ê navçeya Gimgimê ya Mûşê pevçûn qewimîbû û 3 kesên dihat îdîakirin ku gerîlayên HPG'ê ne hatibûn girtin û rakiribûn Nexweşxaneya Gimgim û Mûşê. Hate zanîn ku 3 kesên hatin girtin ên bi navê Leyla Sonkur (22) Ridvan Yavaş (22) û Serdar Gumgum (18) ne gerîla ne, kesên sivîl in. Kesên birîndar Leyla Sonkur û Ridvan Yavaş li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê dermankirina wan didome û Gumgum jî li Fermandariya Cendirmeyan a Gimgime di binçavan de lêpirsîna wî didome. 3 kesên der barê wan de biryara veşartina dosyayê hatiye dayîn destûr nayê dayîn ku malbat biçin serdana wan.
Şaredara Gimgimê Gulşen Deger, diyar kir ku 3 kesên ku 2 jê bi birîndarî hatine girtin ne gerîla ne, kesên sivîl in.