3 gund û 6 gundikên girêdayî Minbicê hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 3 gund û 6 gundikên girêdayî Minbicê rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 3 gund û 6 gundikên girêdayî Minbicê rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 3 gund û 6 gundikên girêdayî Minbicê rizgar kirin.
“Operasyona Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla” ya bi armanca rizgarkirina Minbicê destpê kir, di roja 9’emîn de didome.
Di çarçoveya operasyonê de , şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ji eniya Bendava Tişrînê bi pêş ve diçin, gundê ÛM Meyal ê 8 kîlometreyan li başûrrojhilatê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij û rizgar kirin. Di şerên li vir de 34 çete hatin kuştin.
Şervanên ji eniya Qereqozaqê jî li rojavayê Minbicê gundên Şiwêha Xeznewiya û Meşrafa û her wiha 6 gundik ji çeteyan paqij kirin. Şervanan li ir 6 klaşnîkof, 6 rext û bêtêlek bi dest xistin.
Di şerên li herêmê de balafirên girêdayî hêzên koalîsyona navneteweyî jî piştgirî dan şervanên Minbicê. Li hember çeperên çeteyan 15 êrîşên hewayî li dar xistin.