Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê bi hinceta beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne 3 ciwan hatin girtin.
Pêr li Hezexa Şirnexê polîsan bi ser gelek malên li taxên Turgut Ozal û Aşagi Mahalle girtibû, ciwanên bi navê Şahîn Karavîş (18), Tahîr Ul û Asim Nas girtibû binçavan.
Ciwanên ku bi angaşta beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Ciwanan piştî îfade dan dozgeriyê bi angaşta ku beşdarî 'çalakiya derzagonî' bûne bi daxwaza werin girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeh biryara girtina ciwanan da û wan şand Girtîgaha Midyadê ya Tîpa M.