29 kesên li Rihayê hatin binçavkirin anîn Amedê

29 kesên li Rihayê hatin binçavkirin anîn Amedê

29 kesên li navçe û navenda Rihayê di encam serdegirtina malan de hatin binçavkirin û di nav de serokên BDP'ê, alîkarên şaredaran jî hene anîn Edliyeya Amedê.

29 kesên li navçe û navenda Rihayê di 28'ê gulanê de di serdagirtina malan de hatin binçavkirin piştî karên li Midûriyeta Polîsan a Rihayê sewqî Amedê hatin kirin. Piştî kontrola tendurîstiyê 29 kes di bin tedbîrên berfireh de anîn Edliyeya Amedê.

Di serdegirtinan de endamên Lijneya Dîsîplînê yên Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Îsmet Balci û Aynur Yayan, endamên KCD'ê Mehmet Ozberk û Kadîr Ceylan, Endamê Meclîsa Giştî Abdurrahîm Demîr, endamên Meclîsa Şaredariya Serêkaniyê Hasan Karaoglan, Abdulhalîm Dayan, Alîkarê Şaredarê yê berê Ahmet Dagtekîn, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Halîl Şahîn, Cemîl Tuncer, karkerên şaredariyê Suphî Zengîn, Yavuz Îleri, endamên MEYA-DER'ê Îbrahîm Avci, Ecevît Yavuz û Muhsîn Ceylan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya navçeyê Bîrgul Ozkara, alîkarên Şaredar Suna Ulugturken û Naîf Aslan, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Bubo Azlal, Emîne Aydogan, Ahmet Îlbaş, Mustafa Kurt, Eyo Kudîn, Serokê Rêxistina BDP'ê yê berê Ahmet Yenîlmez, Endamê Meclîsa Şaredariyê Mustafa Yuksel, Endamê Meclîsa Giştî yê Bajar Halît Yildiztekîn, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Alîgorê Omer Gonhan, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê Pirsusê Îsmaîl Şîmşek û Xebatkara Kovara Hêviya Jinê Hatîce Durmaz bi îdîayên "Alîkariya rêxistinê kirin" û "endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin.

Li bendê ye ku 29 kes li dozgeriyê îfade bidin.