26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Mûşê li ser Rojava daxuyanî dan

Li Mûşê 26 rêxistinên civakî yên sivîl têkildarî êrişên li ser Rojava û helwesta Tirkiyeyê belavokeke hevpar belav kirin. Di belavokê de hate ragihandin ku helwesta Tirkiyeyê Kurd şikandiye.

Belavok li Baroya Mûşê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re hate ragihandin. Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku li ser jiyan û malê sivîlan ên li Rojava hîn jî rîsk heye û hîn jî av, elektrîk û xurek ku çavkaniyên bingehîn ên jiyanê ne, bi dest nakevin.

Karaçelîk anî ziman ku gelê Kurd li hemberî DAÎŞ'ê û rêxistinên weke wê berdêlên giran da, bi vî rengî xak û rêveberiya xwe ya demokratîk parastin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tirkiye ji ber ku di pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê de helwestek ji bo parastina maf û hiqûqa Kurdan nîşan neda, vê yekê di nava civaka Kurd de şikestinek bi xwe re aniye û baweriya civakî ya bi aştiyê kêm kiriye.

BANGA JI PÊNC XALAN

Di belavoka hevpar de ev daxwaz hatin kirin:

* Biryara agirbestê ya li Sûriyeyê mayinde bibe û xeteriya şer ji holê bê rakirin.

* Mafê Kurdan ku gelekî qedîm ê wê xakê ye bi peymanên navneteweyî û hiqûqa gerdûnî bêne parastin û hurmet jê re bê nîşandan.

* Parastina mafên gelê xwişk-bira ya Dewleta Komara Tirkiyeyê ku welatê me ye û bi vî rengî di pêvajoyê de bi rola sereke rabe.

* Li hemberî astengiya li pêşiya çavkaniyên jiyanê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve korîdora mirovî bê vekirin.

* Bi tespîtkirina binpêkirina maf re mekanîzmayên dadgeriyê yên navneteweyî bêne bikaranîn."