20 sal berê Hafiz Akdemîr hate qetilkirin, ME JI BÎR NEKIR!

20 sal berê Hafiz Akdemîr hate qetilkirin, ME JI BÎR NEKIR!

Hafiz Akdemîr, 20 berê li Amedê dema ku diçû buroya rojnameya Ozgur Gundemê hate qetilkirin. Kuştina Akdemîr ne ya yekemîn bû ne jî ya dawî bû.

Akdemîr beriya ku bê kuştin der barê kuştinên kiryarnediyar û der barê hevkariya Hîzbul-kontra û Jitemê de nûçe çêkiribûn.

Hafiz Akdemîr 3 meh beriya nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Musa Anter bû hedefa gulleyan. Anter jî 42 rojan beriya nivîskarên rojnameyê Huseyîn Denîz li Amedê hate qetilkirin. Di navbera salên 1990-94’an de 18 rojnamegerên çapemeniya kurd hate qetilkirin.

Musa Anter, Ferhat Tepe, Nazim Babaoglu, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr tenê hinek ji wan rojnamegeran. Di navberê de 20 sal derbas bû. Kujerên Hafîz Akdemîr jî weke yên din nehatin dîtin. Berovajî vê kujer hatin parastin û kiryarên xwe di salên din de jî berdewam kirin.

Rojnamegerên ku duh di hedefa cînayetên kiryarnediyar bû de, îro di bin zextên giran yên rejîmê de û tên girtin. Nêzî 90 rojnamegerên kurd niha di zindanan de ne.

Têkoşîna azaidya çapemeniyê û ya kurdan her diçe mezin dibe. Hafiz Akdemîr dîsa di pêvajoyeke bi qasî salên 90’î de ku hêj jî çapemeniya kurd nayê bê deng kirin de tê bibîranîn.