2 zarok di teqîna Amedê de birîndar bûn

2 zarok di teqîna Amedê de birîndar bûn

Li navçeya Rezan ya Amedê di encama pê leyîstina poşetekê teqînê rû da û 2 zarok birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, zarokên bi navê Baran Tunç (11) û Ercan Çîçekli (17) di encama tevlîhevkirina poşetekî li pêşiya otomobîlekî li ser rêya Goçmenler ya Rezanê teqînê rû da û birîndar bûn.

Tunç û Çîçeklî yên birîndar bûyîn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amed û Nexweşxaneya Rezan ya Taybet.

Di derbarê teqîna ku zirara aborî dayî otomobîl û cihê kar lêpirsîn hate destpêkirin, lê pirsîn didome.