2 şervanên YBŞ'ê li Şengalê hatin oxirkirin

Bi merasîmeke bi heybet şervanên YBŞ'ê Rêbaz Tilkesap (Îsmaîl Brahîm) û Xebat Çavreş (Mehmet Karakaş) ên di qezayeke 7 Hezîranê de jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin.

Cenazeyên her du şervanên YBŞ'ê Xebat û Rêbaz bi konvoyeke ji wesayîtan birin herêma Serdestê. Konvoy li pêşiya Goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş, ji aliyê bi sedan kesî ve bi qîrîna dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin.

Li vê derê, şervanên YBŞ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Piştre, ji Fermandariya YBŞ'ê Mazlûm Şengal axivî û diyar kir, wan weke YBŞ'ê bi sedan şehîd ji bo axa Şengalê dane û wiha pêde çû: "Êdî bila dijmin bizanibe hêz û îradeya civaka me ya Êzidî heye. Dijmin bi salan bi civaka Êzidî lîst û xwest wan ji cewherê wan dûr bixe. Lê êdî hêza gelê Êzidîxanê jî heye. Kesê ku bixwaze fermanek din bi ser civaka Êzidî de bîne, pêwîste li ser tevahî şervanên YBŞ’ê re derbas bibe. Naxwe wê nikaribe bi ti awayî fermaneke din rake."

Şengal destnîşan kir, heta azadiya tevahiya Şengal û Êzîdxanê, ew ê bênavebr têbikoşin û ev bang li hêzên leşkerî yên li nava Şengalê kir: "Werin em bi hev re hêzek hevbeş ava bikin."

Mazlûm Şengal di dawiya axaftina xwe de got, "Bila dijmin û hemû hêz bizanibin; em wekî YBŞ ji bo malbat, eşîr û hêzan şer nakin. Em ji bo Êzîdxaneke pîroz şer dikin û li ber xwe didin." Şengal ji malbatên her du şervanan re saxî xwest.

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Dayê Bihar jî da xuyakirin, ku wan dîtin di dema fermanê de ew kesên digotin wê wan biparêzin çawa reviyan e û got, "Lê bi saya gerîla û YBŞ'ê em îro li çiyayê Şengalê dijîn. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya xwe têbikoşin."

Bavê şervanê YBŞ’ê Rêbaz, Brahîm Saado li merasîmê axivî û ji tevahiya ciavka Êzidî re sersaxî xwest. Saado got, "Rêbaz şehîdê duyemîn ê malbata me ye ku di ber axa Şengalê de şehîd ketiye. Lê em amade ne bi dehan şehîdan di vê oxirê de bidin."

Piştî axaftinan, şervanan cenazeyên her du cangoriyan danîn ser milan û spartin axê. Merasîm bi qîrîna dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...