2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniya hatin oxirkirin
2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan ên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demorkatîk de ku di hemleya rizgarkirina herêma Şedadê de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.
2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan ên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demorkatîk de ku di hemleya rizgarkirina herêma Şedadê de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.
Şervanên ji Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Ehmed Hecî Mihemed (Iskender) û Tewfîq El-Elî (Corc) ên duh dema li herêma Şedaadê mayinên çeteyan bi cih kiribûn paqij dikirin, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên herdû şervanan li goristana Şehîdên Suryanî ya li taxa Mişêrfê ya Hesekê spartin axê.
DI MERASÎMAN DE YEKÎTIYA OLAN
Sedan kesî cenazeyên Mihemed û El-Elî ku herdû misilman in ji Dera Suryaniyan a li taxa Nasra ya Hesekê wergirtin. Girseya ku wênyên cangoriyan, al û sembolên suryaniyan vekiribûn, her wiha bi zimanên suryanî û erebî diruşmeyên dilsoziya bi cangoriyan re berz kirin, cenazeyên herdû şervanan bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdên Suryaniyan ve derxixtin rê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.
Destpêka merasîmê de nimêja cenazeyan hat kirin û wezên olî hatin xwendin. Paşê merasîma leşkerî ji aliyê endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan û Sotoro ve hate lidarxistin. Di dawiya merasîmê de cenazeyên herdû şervanan bi diruşma û tilîliyan spartin axê.
DAYIK: EM HEMÛ FEDAYÊ WELATIN
Dayika şervanê QSD’ê Tewfîq El-Elî ê bi navê Yazî El-Elî ku hêsir dibarandin li goristanê axivî û diyar kir ku ew bi berxwedana kurê xwe Tewfîq El-Elî serbilinde û destnîşan kir ku kurê wê yê din jî di nava hêzên YPGê de ye û cihê xwe di opersyona rizgarkirina derdora Şedaadê de digire. El-Elî, da zanîn ku ew amadene hemû canê xwe ji bo azadî û rizgarkirina welat de bidin û got, “ Em hemû fedayê welatin”.
Birayê Tewfîq El-Elî yê bi navê Remezan El-Elî jî destnîşan kir ku tevî êşa wan şehadeta Tewfîq jî ew bi rizgarkirina herêmê kêfxweşin û got ku amadene ji bo azadiya welatê xwe bi hemû hêza xwe tevbigerin.