Li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê, 2’mîn rûniştina doza 29 kesên ji doza “KCK”ê têne darezandin ku ji wana 19 girtîne destpê kir.
Li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê, 2’mîn rûniştina doza 29 kesên ji doza “KCK”ê têne darezandin ku ji wana 19 girtîne destpê kir. Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di 19'ê kanuna 2011'an de di bin navê "KCK'ê" operasyon pêkhatibû û di operasyonê de Nûçegihanê ajansa DÎHA'yê Sînan Aygul jî di nav de 30 kes hatibûn binçavkirin.
Ji kesên hati binçavkirin Rojnameger Aygul, Şaban Tan, Şaîze Çelîk, Nazîme Avras, Sadullah Alphan, Yuksel Ozan, Sedat Guler, Cemîl Tokat, Erdînç Tulay, Kerem Kart, Abdulmenaf Orak, Ferhat Koç, Mehmet Nasir Olçer, Zahîde Karadaşli, Celal Orak, Hayrettîn Taş, Hayrettîn Çaçan, Îbrahîm Ozdek, Nedîm Işik jî di nav de 19 kes hatibûn girtin û 11 kes jî serbest hatibûn berdan. Rûniştina doza ya destpêkê piştî 17 mehan nû destpê kiri bû.
Rûniştinê ji ber ku bersûc dereng anîn dadgehê dereng destpê kir. Parêzer û Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok, nûnerên KESK'ê yên Wan û Bedlîsê rêveberên BDP'ê nûnerên ÎHD'ê û MEYADAR'ê jî di nav de gelek kes tevlî rûniştinê bûn.
Ji ber meha remezanê gelek kesên li salonê rawestiyan ji ber germaya zêde li ser hişê xwe çûn.