2 kesên li Miksê hatin binçavkirin hatin girtin

2 kesên li Miksê hatin binçavkirin hatin girtin

Li navçeya Miksa Wanê Serokê BDP'a navçeyê yê berê Mustafa Yabalak û kesê tê îdîakirin gêrîlayê HPG'ê ye ku di encama serdegirtinê de hatin binçavkirin hatin girtin.

Li gundê Lêmana navçeya Miksa Wanê di encama serdegirtina bi sedan leşkerî de kesê ku tê îdîakirin gêrîlayê HPG’ê ye û ji Îranê ye li gel Serokê BDP'a navçeyê yê berê Mustafa Yabalak hatin binçavkirin. 2 kesên ku hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê ya Nobedar kir û ji bo Yabalak bi îdîaya ku alîkariya rêxistinê kiriye, ji bo kesê tê îdîakirin gêrîlaye jî bi îdîaya ku, endamê rêxistinêye hatin girtin û rêkirin girtîgehê.