2. Festîvala Çand Huner û Xwezayê ya Mazlûm Dogan hat betalkirin

Piştî Komkujiya Pirsûsê li tevayî welêt ku şîn hat îlankirin, Komîteya Amadekar a Festîvalê diyar kir 2. Festîvala Çand Huner û Xwezayê ya Mazlûm Dogan hat betalkirin.

Piştî Komkujiya Pirsûsê li tevayî welêt ku şîn hat îlankirin, Komîteya Amadekar a Festîvalê diyar kir 2. Festîvala Çand Huner û Xwezayê ya Mazlûm Dogan hat betalkirin.

Hevşaredara Depê Cennet Ayik a têkildarî betalkirina Festîvala Çand Huner û Xwezayê ya Mazlûm Dogan a di navbera 24-26’ê Tebaxê de wê hatiba lidarxistin ji ANF’ê re axivî got: "Ji ber komkujiya Pirsûs em wek Komîteya Amadekar a Festîvala Çand Huner û Xwezayê ya Mazlûm Dogan kom bûn û me biryara betalkirinê da.  Roja Înê  em ê bi girseyî gora Mazlûm Dogan ziyaret bikin.”

Ayik her wiha ji bo merasîma wê sibe ji bo Cebraîl Gunebakan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da banga tevlîbûnê li gel kir.